'Girtiyê nexweş Adem Amaç ê enfeksiyon girt berdin’ 2020-04-11 13:29:36   ENQERE  - Înîsiyatîfa Ji Bo Girtiyên Nexweş Azadî, di çalakiya xwe ya heftaya 292’yemîn de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Adem Amaç ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Afyonê dimîne û xwest bi lezgînê Amaç bê berdan.    Înîsiyatîfa Ji Bo Girtiyên Nexweş Azadî, di çalakiya xwe ya heftaya 292’yemîn ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) nekarin bên gelhev. Înîsiyatîfê ji ber vê bi vîdeoyekê daxuyanî da û di çalakiya xwe ya vê heftê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Adem Amaç ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Afyonê dimîne.    Endama Desteya Rêveber Navenda ÎHD’ê Nuray Çevîrmen, daxuyaniya vê heftiyê da. Çevîrmen, diyar kir ku ji ber birînên di zikên Amaç û emeliyata derbas kiriye de jiyana wî dibin rîskek mezin deye.     PIRSGIRÊN WÎ YÊN TENDURISTIYÊ DEWAM DIKIN    Çevîrmen, anî ziman ku dermankirina Amaç bi dawî ne bûye û wiha axivî: “Amaç, di navbera salên 2010 û 2011’an de emeliyatek pir cîdî derbas dike. Ameliyata wî mîqrob digire û li cihê emeliyata wî 2 kun vedibin. Bi salên dirêj ev kun îltîhap digirin û bi tu awayî birînên wî baş nabin. Ji bo vê xwest cezayê wî bê talûpkirin. Lê ev daxwaza wî ya mafdar nehat qebûl kirin.”   Çevîrmen, dest nîşan kir ku jiyana Amaç dibin rîskek mezin deye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi taybetî di demên dawî de Kovîd-19 ji bo jiyana mirovan talûke û rîskên bi xwe re aniye. Ji bo ku jiyana Amaç nekeve xeteriyê divê tavilê bê berdan. Pêwîste girtiyên nexwşe ji şewbê bên parastin. Ji ber vê lazime ku bi lezgînî girtiyên nexweş bên berdan. Em daxwazin ji bo girtiyan hemû bergirî bên girtin û di vî warî de rayedar bi awayekê zelal tevbigerin.”