Li Berwariyê kesek testa pozîtîf pê re derket jiyana xwe ji dest da 2020-04-11 13:27:14   SÊRT – Kesek li gundê Tuzculara girêdayî navçeya Berweriya Sêrtê ku testa koronayê pê re pozîtîf derket jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Tuzculara girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê û gundê Hilkî ya girêdayî navçeya Şêrwana Sêrtê ji ber kesek bi koronayê ketiye û testa pozîtîf derketiye ji bo 14 rojan biryara karantînayê hat ragihandin. Hat gotin ji ber ev kes bi şêniyên din ên gund re temasê çêkiriye. Derketin û têketina gund hat qedexekirin û cendirmeyan gund dorpêç kiriye. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin kesek testa koronayê pê re pozîtîf derketiye jiyana xwe ji dest daye.