Temel: Ambargoya li Maxmûrê şerme, divê bê rakirin 2020-04-11 10:55:25   AMED – Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel, diyar kir ku ambargoya 9 mehin li Kampa Mexmûrê dewam dike şermek mezine û got: “Ev ambargo ne li gorî ruhê yekitiya neteweyî ye. Ji bo rakirina ambargoyê, divê hêzên yeketiya neteweyî destek dikin dengê xwe bilind bikin.”   Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe ji 17’ê Tîrmeha 2019’an heya niha ambargo daniye ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Ji bo ku rêveberiya Hewlêrê vê ambargoya li ser gelê Mexmûrê ku ji 12 hezar zêde mirov lê dijîn demildest rake, bertekên heyî dewam dikin. Ji ber ambargoya 9 mehin dewam dike gele kampê hem di warê tenduristiyê û hem jî di warî pêdiviyên jiyanî de zor û zehmetiyan dike. Bi belavbûna şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) re ev zorî û zehmetiyên gel zêdetir bûne. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Tayîp Temel, derbarê ambargoya li ser Kampa Mexmûrê nirxandin kirin.    ‘ŞERMA MIROVAHIYÊ YE’   Temel, diyar kirku welatiyên li Kampa Mexmûrê 20 salin di şert û mercên pir zor û zehmet de jiyana xwe dewam dikin û wiha axivî: “Ji salên 1990’an ve welatiyên kampê bi dehan kamp guhertin. Lê ji wê rojê û heya roja îro êşên mexmûriyan bi dawî nebûn. Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe dem bi dem alîkarî da Kampa Mexmûrê. Lê dem bi dem jî, li gorî pêvajoyên heyî polîtîkayên xwe yên li dijî kampê guhertin, şert û mercên zor û zehmet ferzî penaberên Mexmûrê kirin. Ambargoya ku bi mehane dewam dike, nêzîkatiyek şaşe. Çi dibe bila bibe divê rêveberiya Kurdistina Başûr, ambargoyê ne dane ser penaberên ku tu derfetên wan ên cuda tuneye. Nabe ku mexmûrê dibin dorpêçê de bigire. Li wê dere extiyarên nexweş û zarok hene. Ev şerma mirovahiyê ye.”   ‘ŞERME’   Temel, anî ziman ku ji ber şewba vîrûsê tevahiya cîhanê felç bûye û wiha got: “Li dijî vê têkoşînek hevpar heye. Di pêvajoyeke wiha de ambargo û dorpêça li ser Mexmûrê nayê qebûl kirin. Rêveberiya Başûrê Kurdistinê, çawan dike bila bike, lê divê demildest ambargoya li ser Mexmûrê rabike. Ji ber ku êdî li wê derê pêdiviyên mirovî pir kêm bûne û hatine astan qedandinê. Mînak ciwan, extiyar û dayik bi rêya telefonê mexdûriyetên li wê derê tên jiyîn ji me re radigînin. Rewşa li wê derê pir xirabe. Yanî xurek kêm maye, derfetên standina derman tuneye û nexweş terkî qedera xwe hatine kirin. Ev rewş ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê şermek mezine. Ez di serî de bang li Serokê Herêma Kurdistana Federe yê berê Mesût Barzanî û rêveberiya Başûrê Kurdistanê dikim. Em dixwazin demildest ev ambargo bê kirin. Ambargoya li ser Mexmûrê li dijî nirxên exlaqî, mirovî û çanda kurdane.”   MA / Mehmet Şah Orûç - Fahrettin Kiliç