Rêxistinên rojnamegeran: Îqtîdar dibêje 'Yên ji min bila bijî, yên ne ji min bila nejîn 2020-04-11 10:45:09   STENOL - Nûnerên rêxistinên çapemeniyê, têkildarî zagona înfazê ya li meclîsê tê niqaşkrin, nirxandin kirin û bertek nîşanî dervehiştina rojnameger û siyasetmedaran a zagona înfazê. Nûnerên rêxistinên capemeniyê diyar kirin ku îqtîdra dibêje "Yên ji min bila bijîn, yên ne ji min bila bimirin."    Îqtîdara AKP-MHP'ê pêşnumeya zagona înfazê amade kir û anî rojeva meclîsê. Li gorî vê zagonê tenê girtiyên edlî dikarin serbest bêne berdan. Lê girtiyên siyasî li derveyî vê zagonê tene hiştin û dê neyên berdan. Zagona înfazê 2 rojan li meclîsê hat niqaşkirin û heta niha 10 xal hatin erêkirin. Têkildarî zagone nûnerên rêxistinên rojnamegeran nirxandin kirin û bertekên xwe anîn ziman.    Endamê Înisîyatifa Agahiya Te Heye? û Rojnameger Timur Soykan, anî ziman ku ev zagon dê tabloyek pir xerab ava bike û wiha got: "Ji bo dîrok îqtîdarê mafdar derxe, îqtîdar rojnamegeran dike hedefa xwe û dixwaze wan ceza bike. Îqtîdar dixwaze rojnamegeran bê tesîr bike û bike maşik. Dixwaze împaratoriya tirsê ava bike û bibe otorîter. Ji van polîtîkayan herî zêde rojnameger para xwe igirin. Rojnamegerên ku heqîqetê diparêzin û li pey rastiyan in, bêyi delîl hatin girtin. Niha li Tirkiyeyê zêdeyî 100 rojnameger hêj girtî ne."    Soykan, destnîşan kir ku ji bo ev edalet bi dawî bibe, peyvir dikeve ser milê her kesî û wiha axivî: "Rojnamegerên girtî pêdiviya wan bi piştgiriyê heye. Mafê dan û stendina agahiyan mafê herî rewa û zagonî ye. Bi girtina rojnamegeran ev mafê zagonî tê astengkirin. Divê hemû kesên bi wîcdan li dijî vê yekê derkevin û piştevaniyê xurt bikin."    TGS: TENÊ JI BER FIKRÊ BI DEH HEZARAN MIROV GIRTÎ NE   Serokê Sendikaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş jî bertek nîşan da û got: "Tenê ji ber fikrên xwe anîne ziman bi deh hezaran mirov niha girtî ne. Divê demek beriya demekê hemû serbest bêne berdan. Ji roja ku zagona înfazê hatiye rojevê heta niha em bang dikin û dixwazin rojnameger serbest bêne berdan. Lê em dibînin hin kesan guhê xwe ji vê banga me re girtiye. Ji ber vê yeke ji her demê bêtir pêdivî bi tekoşîna hevpar heye."    DÊ ENCAMEK XERAB AVA BIKE    Serokê Giştî yê Sendikaya Xebatkarên Çapxane, Weşan û Çapemeniyê ya Tirkiyeyê (Basın-İş)  Faruk Eren jî anî ziman ku rojnameger ji ber xebatên xwe girtî ne û wiha got: "Îqtîtar dixwaze her tiştî berovajî bike û ji ber vê yekê dixwaze rojnamegeran wekî sucdar bibîne. Bi vê guhertina zagonê dê rojnameger û siyasetmedar terkî mirinê bikin. Di vê pêvajoya ku şewb belav dibe de hemû rojnameger di bin talûkeyek mezin de dijin. Ger ku ev şewb li girtîgehan belav bibe pir talûke ye. Dê encamek pir xerab bi xwe re bîne. Mirovên girtî bi talûkeyek mezin re rû bi rû ne. Herî dawî rojnamegerên Rojnameya Yenî Yaşam, Oda Tv û Yençagê hatin girtin. Hemû rojnamegerên polîtîkayên îqtîtdarê rexn dikin dibin hedef û têne girtin. Em carek din bang dikin ku hemû hempîşeyên me yên rojnameger û hemû siyasetmedar bila deek berîya demekê serbest bêne berdan.