Tevnên piştevaniyê yên li Stenbolê mezin dibin 2020-04-11 09:30:43   STENBOL – Tevnên piştevaniyê yên piştî şewba vîrûsa koronayê ji bo welatiyên pêdiviyên wan heyîn hatin avakirin mezin dibin. Dildarên tevnan, diyar kirin ku ew bi dirûşmeya ‘piştevanî dide jiyîn’ hatin gel hev û em dixwazin piştevaniya xwe berfireh bikin.   Tevnên piştevaniyê yên piştî şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) li Stenbolê hatin avakirin, pêdiviyên welatiyên xizan û kesên temenê wan ji 65 mezintir pêşwazî dikin. Tevnên piştevaniyê yên bi dirûşmeya “Piştevanî dide jiyîn” xwe bi rêxistin kirin, li 16 cihên cuda hatin avakirin. Ev tevn, li aliyekê alîkariyên xurek, paqijî û dezenfektanê û li aliyê din jî, agahiyên xwe ji vîrûsê parastina didin welatiyan. Tevnên piştevaniyê her roj bi tevlîbûna dildarên nû mezintir dibin. Gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sîvîl û odeyên pîşesazî destekê didin tevnên hatin avakirin.    Tevnên li navçeyên Beyoglû, Beşîktaş, Şîşlî û Sariyerê hatine avakirin, tevnên li Kadikoy û semta Avropayê hatin avakirin, hewl didin alîkariyê bibin ji mirovên pêdiviyên wan heyîn re. Dildarên tevnên piştevaniyê banga mezinkirina  piştevaniyê li her kesî kirin.    PIŞTEVANÎ BERFIREH DIBE   Yek ji dildarên tevna piştevaniyê Rahîm Noz, diyar kir ku wan bi şewbê re dest bi xebatê kirin û wiha axivî: “Dest pê kê me pêdiviyên welatiyên temenê wan di ser 65 salî re pêşwazî kirin. Bi vî awayî her roja çû xebata me berfireh bû. Ji ber şewbê bi hezaran kes nikarin bixebitin. Em ji bi dirûşmeya ‘piştevanî dide jiyîn’ li hev kom bûn û niha em vê piştevaniyê mezin dikin. Em alîkariya xurekê didin welatiyên ku aboriya wan tuneye. Ji Umraniyê bigirin heya Kartalê me xwe gihand gelek kes û malbatan. Ji ber zêdebûna daxwaza alîkariyê me li Gazî, Maltepe, Kartal, Sariyer, Sancaktepe, Beşîktaş, Avcilar, Bakirkoy, Fatîh û navçeyên din tevnên xwe avakirin. Tevnên li her navçeyê hatin avakirin, bi awayekê koordînelî bi hev re dixebitin. Tevna piştevaniyê di demek kurt de rastî destekek cîdî hat. Li ser hesabên medya civakî, me di demek kurt de xwe gihan hezar û 500 dildaran û ev dildar hem alîkariyê kom dibin û hem jî belav dikin.”    ‘YÊN ALÎKARIYÊ DIXWAZIN PIRIN’   Noz, di dewama axaftina xwe de ev bang kir: “Amûrên ku me kom kirine emê ji welatiyên pêdiviya wna heyîn re bibin. Em hewl didin mesafeya civakî kêm bikin û alîkariya pêwîst jî bikin. Welatiyên alîkariyê dixwazin pirîn. Divê dewlet di vî warî de gavên cidî bavêje. Pêwîste ku dewlet hemû pêdiviyên welatiyan bi cih bîne. Di rewşa heyî de ji ber dewlet pêşwazî nake, mirov jî nikarin xwe îzole bikin û baş biparêzin. Ev jî talûke û rîska belavbûna vîrûsê zêdetir dike.”