Li Girtîgeha Şakranê testa 2 bijîşkan pozîtîf derketiye: Maske û lepikan nadin girtiyan! 2020-04-11 09:10:30   MÊRDÎN – Rozerîn Kalkan ku di Girtîgeha Jina ya Şakranê de dimîne, ragihandiye ku li girtîgehê di qawîşa mêran de di du bijîşkan de vîrûsa coronayê hatiye tespîtkirin, lê belê dîsa jî tevdîr nehatine girtin û gotiye: "Gava em dixwazin bi pereyê xwe maske û lepikan bistînin an dibêjin 'nemaye' an jî 'hê nehatine.'"    Li meclîsê hevdîtinên ji bo pêşnûmaya qanûna înfazê ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatine kirin didomin. Ligel vê her diçe fikarên xizmên girtiyan jî zêde dibin.    Rozerîn Kalkan (23) ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 4 sal berê hatiye girtin û 10 sal ceza lê hatiye birîn, ji Girtîgeha Jina ya Şakranê telefonî malbata xwe kiriye û tiştên li girtîgehê diqewimin ragihandiye.   Kalkan, diyar kiriye ku rayedarên girtîgehê qawîşan dezenfekte nakin û gotiye: "Li qawîşa mêran di du bijîşkan de Covîd-19 hatiye tespîtkrin, lê dîsa jî tevdîr nehatine girtin." Kalkan, destnîşan kiriye ku li gor derfetên xwe tevdîrên xwe digirin û girtîgeh maske û lepikan nadin wan. Kalkan, gotiye: "Gava em dixwazin bi pereyê xwe ji kantînê maske û lepikan bistînin an dibêjin 'nemaye' an jî dibêjin 'hê nehatine'. Bi vî awayî lepik û maskeyan nafiroşin me."    Kalkan, ragihandiye ku kapasîteya qawîşa wan 12 kes e lê belê 17 kes lê dimînin û gotiye, 20-30 gardiyan ji bo jimariyê tên qawîşan û gava tên jî bê maske û lepik in. Kalkan, destnîşan kiriye ku ev yek gefê li tenduristiya wan dixe û gotiye, piştî gardiyan li girtîgehê mane pir hêrs bûne û ji bo çareserkirina pirsgirêkan muxatabek tuneye. Kalkan, diyar kiriye ku li qawîşa jina 3 zarok jî hene û gotiye: "Ji bo paqijiya zarokan pir derfetên me tunene. Rêveberiya girtîgehî wekî 'sûriyeyiyan' nêzî zarokan dibe û tu alîkariyê nake."    ‘EV DIJMINATÎ YE'    Dayik Şerîfe Kalkan (45) jî diyar kir ku divê di navbera girtiyan de cihêkarî neyê kirin û got: "Rayedarên girtîgehan ji bo parastina tenduristiya zarokên me tiştekî nake. Divê zarokên me jî wekî girtiyên din bên berdan. Heger ev şewb li girtîgehan belav bibe wê pêşî lê neyê girtin. Di nexweşîn û mirinê de jî cihêkariyê dikin. Em vê qanûna hikûmeta AKP'ê qebûl nakin. Ez dayik im. Ez naxwazim zarokên me bimirin. Bira kezeba me neşewite. Ev cihêkarî, dijî mirovahiyê ye. Wê diz, tiryakfiroş, îstismarkar bên berdan lê wê kesên ji bo nasnameya xwe têdikoşin di girtîgehan d ebimînin. Ma ev heq, hiqûq û edalet e? Ev dijminatî ye, dijminatiya bi kurdan e."