Derûnînasên Mezopomyayê: Di rojên li malê de Lîstikên xwe hînî zarokên xwe bikin 2020-04-11 09:03:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Înisiyatîfa Derûnînasên Mezopomyayê, di vê pêvajoya ku civak ji ber vîrûsa corona, bêdir rojên xwe di malê de derbas dikin, li ser rîskên pêkan û pêşniyarên çareseriyê yên li hemberî van rîskan rawestiyan. Înîsiyaitfê destnîşan kir ku dêûbav dikarin van rojan bikin rojên bi avantaj û ji dê û bavan xwest ku di malê de plansaziyek hevpar çêkin, pirtûk bixwînin, lîstikên zarokantiya xwe fêrî zarokên xwe bikin.    Vîrûsa corona (Covît-19), li cîhan û Tirkiyeyê belav dibe. Ji bo ku vîrûs belav nebe rayedarên dewletê û partiyên siyasî bang li civakê dikin ku ji malên xwe dernekevin. Li aliyê din saziyên jinan jî rayedaran hişyar dikin ku dê di vê pêvajoyê de tundiya li dijî jinan û zarokan zêdetir bibe. Di vê pêvajoyê de Înisiyatîfa Derûnînasên Mezopomyayê, bal kişyand ser talûkeyên nava malbatê û çereserî pêşniyar kirin.    Înisiyatîfa Derûnînasên Mezopomyayê, bal kişand ser rewşa vîrûsê û wiha got: "Nexweşiya koronayê ku ev zêdeyî mehekî tevahiya rûtîna jiyana me guherandiye hê jî bi lez berbelav dibe. Pêşketina nexweşiyê li her welatî ne wekî hev e lê kêm zêde hemû dinya neha di pêvajoya îzolasyonê de ye. Ji bo pêşiya nexweşiyê bê girtîn tedbîra esas îzolasyona li malê ye. Lê ji ber ku hê jî dermankirina vê şewbê peyda nebûye û ne diyar e bê wê ev roj wê çiqas bidomin stres, xem û metirsiyeke giştî li civakê heye."     LI GORÎ ÇAND Û ŞÊWAZA CIVAKAN LEZA ŞEWBÊ DIGUHERE    Înisiyatîfa Derûnnasên Mezopomyayê, li ser bandora têkiliyên civakî ya li ser leza şewba vûrûsê rawestiya û ev nirxandin kirin: "Ji aliyê belavbûna vîrûsê çanda civakê gelekî girîng e. Vîrûs ji ber ku ji kesan derbasî kesên din dibe, civakên kollektîf de li gorî civakên takekesî (şexsî) zûtir belav dibe. Di civaka kurdan de dikare bê gotin jiyanek hevpar heye. Malbat bi piranî qerebalixin, têkiliyên wan xurt in, mêvanî û ezamindana mêvana weke tiştekî birûmet tê dîtin. Ev taybetiyên civata me dibe ku belavbûna vîrûsê bileztir bike. Ji ber vê yekê civakên ku jiyana hevpar tê de heye îzolasyona fizîkî dijwar e. Civakên ku mesafeya wan a fizîkî kêm e herwiha bêtir li çavê hev dinerin û bêtir meyl heye ku temasî hev bikin. Civaka kurdan jî xwedî wê germiyê ye. Divê em li gor rastiyên civaka xwe tev bigerin û tedbîrên xwe jî li gora wê bistînin. Wek mînak em xwedî çandeke edebiyata wê ya devkî xurt in. Bi deh salane mesele û çîrokên me bi civatan, bi şevbuhêrkan gihane roja me îro. Jiyanên me ku neha dijîtalîze bûne ragihandina me bi mezinan re kêm kiribû. Lê em dizanin ku em xwedî vê dewlemendiyê ne û ev rojên ku hewce ne li malê derbas bibin jî ji bo civatan û şevbuhêrkan dikare bibe derfetek. Di her malê de mesele û tecrûbeyên mezinan ji bo piçûkê wê malê, ji aliyê xurtkirina têkiliya bi dîrok û çandê re şensek e pir mezin û lê hêja ye. Ev dikare li gor emrê zarokan û pediviyê wan li plansaziya rojane bê zêdekirin."     'EM TÊKILIYÊN CIVAKÎ XURT BIKIN, DÛRKETINA FÎZÎKÎ BIKIN ARMANC'    Înîsiyatifê hin hişyarî jî  kirin û wiha got: "Her çiqasî li gorî çanda me zehmet be jî rîska vê nexweşiyê êdî wekî realîteyekê li pêşya me ye. Loma di vê demê de çûn û hatina nav malbatê û mêvandarî û ezimandina mêvana divê em qut bikin. Wekî tê gotin ne ‘dûrketina civakî’ lê ‘dûrketina fizîkî’ divê bibe armanca me. Ji ber ku ev wexteke wisa ye ku encax em karin bi piştevaniya civakî, bi alîkariya bi hev re dikarin zehmetiya wê kêm bikin. Divê em bi nas, heval û hogirên xwe re têkiliya xwe xurt bigrin, hestê hev bipirsin û ji bo alîkariyê amade bin. Herwiha divê saziyên ji bo gel kar dikin agahiyên rasteqîn bigihînin gel."    'VÊ PÊVAJOYÊ KARÊ JINAN GIRANTIR E'    Înîsiyatifa Derûnînasên Mezopotamya, bal kişand ser rola jinê ya di nava civakê de û girêdayî vê yekê bandora vîrûsê ya li ser jinan û wiha berdewam kir: "Di civaka pederşahîye de rola jin û mêran ne wekhev e. Mêr serdest in, loma jî dema  rewşeke awarte derdidikeve holê bandora wê li jinan girantir dibe. Wekî tê zanîn van rojên ku em têde ne ji ber şewba cowîd 19  hemû civak di  rewşek awartede ye. Di rewşek wisa de rola jinê di nav civatê û di nav  malê de hin jî girantir dibe. Di vê pêvajoyê da ji bo ku derketina derve  qedexe ye an jî ne rast e,  hemû malbat pevre wextê xwe li malê derbas dikin. Ev jî kar û barê malê zêde dike û loma jî keda jinê zêde dike. Wekî numene xwarin û vexwarin, paqijkirina malê, xwedîkirina zaroka û lênerîna kal û pîra hwd. ji jinê tê xwestin. Ji ber vana  jî jinên ku berî şewba koronayê li saziyên fermî, saziyên taybet dixebitîn an neha jî karên xwe berdewam dikin dikare bê gotin ku vê pêvajoyê barê wan gelekî girantir e."    'JIN BÊTIR DI BIN BANDORA VÊ PÊVAJOYÊ DI DIMÎNIN'   Înîsiyatifê bal kişand ser talûkeyên hundirê malê yên li dijî jinan û wiha lê zêde kir: "Wekî tê zanin, di civakê de kuştina jina û şîdeta li ser jina berdewam dike. Di vê rewşa awarte de, derneketina derve stres, xov tirs bi mirovan re çêdike. Hemû malbat di bin bandora vê pêvajoyê de bi awayekî neyînî dimînin. Lê hemû kesên malbatê vê pêvajoya neyînî wek hevdû najîn. Jin bêhtir di bin bandora vê pêvajoyê de dimînin. Wekî tê zanîn jin her roj bi destê mêrên xwe, dergistiyên xwe, bav û birayên xwe têne kuştin. Kujerê jinan ne dûrî wan in, berovajî wê li hûndirê male bi xwe ne. Loma hûndirê malê ji bo jinan ciyê herî bi talûke ye. Mixabin di van rojên ku herkes li malê asê maye çêdibe ku tundiya fizîkî, zayendî, derûnî li ser jinan zêdetir bibe. Wek mînak mêr bê dilê jinê dixwazî pê re têkevi tekîliya zayendî."    'KARÊ MALÊ NE TENÊ KARÊ JINÊ YE'   Derûnînasên Mezopotamya li ser rol û rista rêxistinên civakî û saziyên eleqeder jî rawestiya û ev pêşniyar kirin: "Di vê rewşê de tişta girîng ew e ku mêr ji van rojan ku bi mecbûrî malê dimînin cesaretê negrin. Dikarin bifikirin ku jixwe her der girtî ye, kes guh nade tundiya li jinan. Ji bo pêşiya vê fikrê bê girtin hewce ye saziyên dewletê û yên civakî ji her carî zêdetir li ser tundiyê bisekinin. Ser telefonê be, xetên telefonê yê lezgîn tim aktîf bin û jin xwe tenê hîs nekin. Wekî din hêjayî gotinê ye ku jiyana malbatan ya rutîn bi giştî hatiye guhertin. Ne tenê ya mêra.!  Ya jinan ya zarokan tevde. Divê bê zanin ku karê malê ne tenê berpirsiyariya jinê ye. Ev berpirsiyarî ya hemû  kesên ku bi hevre dijîn e. Di malê de divê kar û bar bê parvekirin.  Jin û mêr wekhevdû berpîrsiyariyê bigrin. Bi hevre û bi zaroka xwe bêhtir ji dil dem derbas bikin. Ji bo ku ev pêvajo bi  aramî derbas bibe divê hemû malbat bi hevre tev bigere û piştgiriya hevdû bikin.   'DIVÊ DÊ Û BAV PIRSÊN ZAROKAN ZELAL BIBERSIVÎNIN   Înîsiyatifê li ser derûniya zarokan û berpirsiyariya dê û bav a li hemberî zarokan jî pêşniyarî kirin û wiha lê zêde kirin: "Ji ber ku fêhmbariya zarokan bi qasî mezinan hê pêşneketiye, dibe ku hê jî tênegihiştibin bê çi diqewimê, çima ji malê dernakevin, çima hevalên xwe nabînin û hwd. Ji bo bersivên zelal yê van pirsan dêûbavê zarokan berpirs in. Hewce ye li gor emr û zanîna zarokan dêûbav nexweşiya koronayê ji zarokên xwe re rave bikin. Gava dêûbav ser pirsan diqevizin, bersiva wan nadin ya jî mijarê diguherînin zarok wê stresê miheqqeq hîs dikin. Ser pirsgirêkan axaftina zelal ji bo xem û metirsiya zarokan kêm bibe û di vê pêvajoya nediyar de ji bo ji wan re çarçoveyek çêbibe gelekî girîng e. Ji ber ku rewşên nediyar wesweseya zarokan zêde dikin û zarok di hişê xwe de bi senaryoyên herî xerap wê valahiyê dadigrin. "    DIVÊ MEZIN KARIME FIKAR, TIRS Û HÊRSA XWE KONROL BIKE    Derûnînasên Mezopotamya, bal kişand ser tevgera mezinan a li hemberî biçûkan û wiha got: "Divê dêûbav hay ji bertekên xwe yê nexweşiyê hebin.  Di rewşên wekî şer, karesat, koçberî, nexweşî û hwd de çavê zarokan li dê û bavê wan e. Ji aliyekê ve jî, li bertekên derdora xwe temaşe dikin û hîn dibin. Gava dêûbav gelekî bi tirs, bi girî, bi panîkeke mezin derbas bikin, zarok jî îhtîmalek mezin e ku trawmatîk derbas bikin. Loma, ji bo zarok van rojan bi streseke kêm derbas bikin em wek mezinan dive bi tedbîr bin. Heke takekes nikaribe endîşe û tirsa xwe qontrol bike, hewce ye berî zarokên xwe aram bike ew bi xwe alîkariyeke derûnî hilde."    'DIVÊ LI HURDIRÊ MALÊ PLANSAZIYEK BÊ KIRIN'    Ji bo zarokan rûtîn gelekî girîng e. Ji ber nexweşiyê herçiqasî rûtîna ji rêzê xera bûyî be jî, di hûndirê malê de plansaziyek dikare bê çêkirin. Wextê xwarinê, wextê lîstikan, wextê xebata dersan, pirtûkan, wextê xewê çiqasî diyar be ji aliyê mezinan jî zarokan jî wê ewqasî bi rehetî derbas bibe. Gava mezin ji plana çêkirî bi bawer bin zarok jî miheqeq rêzê nîşan didin û li gorî planê tev digerin.    'DÊ Û BAV DIKARIN LÎSTIKAN FÊRÎ ZAROKAN BIKIN'    Înîsiyatifê ji bo dayik û bavan û zarokan ev pêşniyar kirin: "Wextê zêde yê bi telefon û tablêtan derbas dibin ji bo geşedana zarokan ya ziman, ya civakî û ya bîrbirî zerar e. Dêûbav dikarin van rojan biqulipînin avantajekî û lîstikên zaroktiya xwe hînî zarokên xwe bikin. Tê bîra we hê wextê telefon tune bûn kîjan lîstik hebûn? Heftok, xeta, bi çavgirtinkê, qalûç û hwd. Ji xeynî van lîstikan her wiha şevbuhêrk hebûn. Hûn bi zarokên xwe re plana rojê çêkin û lîstikekê ya jî çîrokekê têxin wê planê bawer bikin wê pir kêfa wan bê. Lîstik bi tena serê xwe ji bo zarokan wekî dermanê stres û xemê ye. Bi rêya lîstikan zarok hestên xwe didin der. Wek mînak heke van rojan di lîstikê wan de tim behsa şewbê be, çûn û hatina nexweşxaneyê hebe û kesê nexweş nikaribe derman bigre ji wan tiştê ku jê ditirsin bipirsin. Zanibin ku endişeya wan bi qasî ya me mezinan xwezayî ye. Ser hestê wan biaxivin û bihêlin lîstîkê wan bi dilekî rehet temam bibe. "