Cenazeyê Agît Îpekê ku bi PTT'ê re hatibû şandin hat definkirin 2020-04-10 19:24:33     MÊRDÎN – Cenazeyê Agît Îpek ku Serdozgeriya Komarê ya Dersimê cenazeyê wî bi PTT'ê ji malbata wî ya li Amedê re şandibû, li Mêrdînê hat definkirin.    Cenazeyê Agît Îpek ê HPG'î ku 3 sal berê li Dersimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û piştî 3 salan Serdozgeriya Komarê ya Dersimê bi PTT'ê ji malbata wî ya li Amedê re şandibû, li gundê Tizyan ê Mêrdînê hat definkirin. Di dema anîna cenaze de cendirmeyan gund dorpêç kir û nehiştin gundî tev li merasîma definkirina cenaze bibin. Tenê ji bo definkirinê destûra 3 kesan hat dayîn. Her wiha cendirmeyan nehişt dayik Halîse Îpek jî tev li karên definkirinê bibe.