OHD û MED TUHAD FED’ê giliyê îşkenceyê kirin 2020-04-10 16:37:03   AMED – Parêzerên OHD’ê û MED TUHAD FED’ê têkildarî lêdan û îşkenceya li girtiyên ji Êlihê anîn Amedê hat kirin gilî kirin.    Li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê di 4’ê nîsanê de li dijî guhertina qanûna înfazê raperîn li dar xistibûn. Girtiyan ji Êlihê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Amedê hatibûn kirin. Parêzerên MED TUHAD FED û OHD’ê derbarê vê sewqirinê de raporek amade kiribûn û ragihandibûn ku personelên girtîgeha Amedê li girtiyan dane û îşkence li wan kirine. OHD û MED TUHAD FED têkildarî mijarê daxwaznameyek amade kirin û serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan û giliyê wan personelan kirin. OHD û MED TUHAD FED’ê xwest demildest wan personelan bixin ber lêpirsînê û werin cezakirin. OHD û MED TUHAD FED’ê diyar kirin ku fermanên bêqanûn hatine kirin û sepana îşkenceya kêfî hatiye kirin û kesên îşkence kirine werin tespîtkirin.