3 gundên din ên Mêrdînê xistin qarantînayê 2020-04-10 13:21:15 MÊRDÎN - 3 gundên girêdayî navçeyên Qoser û Artûklû yên din xistin qarantînayê.   Walîtiya Mêrdînê, ragihand ku ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) heya niha herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 gundên din xistin bin qarantînayê. Di daxuyaniya ji aliyê walîtiyê ve hat dayîn de, hat diyar kirin ku gundê Tibyad ê navçeya Qoserê, gundên Qurdîsê û Qesra yên navçeya Artûklû xistin bin qarantînayê.   HEJMAR DERKET 5’AN   Gundê Tibyad ê mijara gotinyê, di 30’ adarê de xistibûn karantînayê, lê derbarê karatînayê de tu daxuyaniyek fermî nehatibû dayîn. Li gund, gelek welatî li nexweşxaneyan kiribûn karantînayê û Keyayê Gund Feyat Sîncaroglû, diyar kiribû ku tu xebatên dezenfektanê li gund nehatine kirin.   Li aliyê din, di 8’ê Nîsanê de, li gomê Heramiyê û gundê Endewl ên navçeya Dêrikê jî, karantîna hatibû îlankirin û karantîna hîna dewam dike. Li gorî daxuyaniya dawiyê, li tevahiya bajêr hejmara gundên ketine karantînayê derket 5’an.