ATO: Çima kontrola testên xebatkarên tenduristiyê hat rawestandin? 2020-04-10 12:34:00   ENQERE – Odeya Tabîban a Enqereyê bertek nîşanî rawestandina sepana testa xebatkarên tenduristiyê da û pirsa “Çima testa xebatkarên tenduristiyê yên 112’an hat sekinandin?” ji Wezareta Tenduristiyê kir.    Li Enqereyê testa vîrûsa koronayê ya 9 xebatkarên tenduristiyê yên 112’an pozîtîf derket. Piştî ku testa xebatkaran pozîtîf derket sepana testê hat sekinandin. Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî belav kir û wiha got: “Di 5’ê nîsanê de destpêkirina testa koronayê ya ji bo xebatkarên tenduristiyê me bi kêfxweşî pêşwazî kiribû. Di grûba ewil de testa 9 xebatkarên tenduristiyê yên 112’an pozîtîf derket. Li ser derketina testên pozîtîf sepana testkirina xebatkaran hat rawestandin. Em vê yekê wek rewşek xeternak û li dijî aqilan dinirxînin. Her wiha em ji Wezareta  Tenduristiyê pirs dikin wê test ji nûve dest pê bikin? Û we çima sepana testa xebatkarên tenduristiyê rawestand?”