Kesê mir testa wî negatîf, a hevjîn û keça wî jî pozîtîf derketin 2020-04-10 12:07:05   MÊRDÎN – Li navçeya Qoserê, kesê ji ber herareta zêde û kuxikê rakirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Hevjîn û keça wî kirin karantînayê.   Li navçeya Qoser a Mêrdînê Haci Zekî Ûrabe yê berî rojekê ji ber herareta zêde û kuxikê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê, bi gumana vîrîsa korona (Kovîd-19) xistin karantînayê. Hevjîn û keça Ûrabe jî li nexweşxaneyên cuda xistin bin karantînayê. Ûrabe li gel hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da. Encama testa Kovîd-19 a Ûrabe negatîf deket û mirina wî weke mirina ji rêzê derbasî qeydê hat kirin.   Lê testa hevjîn û keça Ûrabe pozîtîf derketin û dermankirina wan dewam dike. keremke