Li Girtîgeha Rihayê lêgerîn heye, lê cîhaza agirê laş dipîve tune 2020-04-10 11:13:26   RIHA - Mehmet Bînîcî yê li Girtîeha Tîpa T a Rihayê girtî ye, diyar kir ku gardiyan bi komî li qawişan lêgerînê dikin û wiha got: "Li odeya ku 22 kes lê dimînin, girtiyên germa lawê wan zêde heye, girtiyên di kuxin û bêhna wan diçike hene. Lê cîhaza germa laş dipîve tune.    Mehmet Bînîcî yê li Qawîşa 5B ya Girtîgehat Tîpa T a Rihayê girtî ye, pirsgirêkên li girtîgehê pêş dikevin bi rêya telefonê bi Mukadder Binicî re parve kir. Bînicî, diyar kir ku li gel tehlîkeya vîrûsê dîsa 30-40 gardiyan bi hevre dikevin qawîşan û li qawîşan lêgerinê dikin. Bînîcî, da zanîn ku hefteyê du rojan li odeyan lêgerîn dikin û 10 kes tên li odeyan girtiyan dijmêrin. Bînîcî, destnîşan kir ku dixwazin bi vê rêbazê nexweşiyê li wan belav bikin.  Mukkader Bînîcî, da zanîn ku Mehmet Bînîcî anîye ziman ku 10 roj berê agirê laşê 2 girtiyan zêde bûye û piştre ev yek li qawîşa 22 kes lê dimînin jî derketihe holê û wiha got: "Girtî bi fikar in ku vîrûs li girîgehan belav kiribin. Hin girtî dikuxin. Hin girtî bêhna wan diçikin. Li odeyan lêgerîn heye, lê cîhaza ku agirê laşê mirov bipîve tune ye."    Mehmet Bînîcî bi rêya Mukkader Bînicî da zanîn ku dema mijar birine reveberiya girtîgehê, rêveberiyê aniye ziman ku rewşek wisa tune ye. Mehmet Bînîcî da zanîn ku 2 rojin li 3 odeyan girtî nikarin bêhnê bistînin û bêhna girtiyan diçike.    Mukkader Bînîcî da zanîn ku germa laşê birayê wê jî heye û di şertên giran de girtî ne. Binîcî, da zanîn ku ji bo tedbîrê tenê 3 sabûn dane odeya 22 girtîyan. Bînîcî xwest wekî malbatên girtiyan li hemberî van pirsgirêkan dengê xwe bilind bikin û ji vê yekê re bêjin bes e.