ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-10 09:00:29   * Esnafên Stenbolê bal kişandin ser xisara xwe ya di dema şewba vîrûsa coronayê de û gotin: "Em li benda hikûmetê û çareyekê ne, lê hikûmet jî li bendê ye em çareyekê bibînin."    * Endamê Yekîtiya Ekolojiyê Mehmet Ozdag, anî ziman ku tiştên wekî corona vîrûsê ku gefê li jiyana xwezayî, li derdorê û tenduristiya mirovan dixwin hemû ji ber hêrsa ji bo qezenca zêde ya kapîtalîzmê ne û got, heya ev yek neyê dezgînkirin wê dermanê Covîd-19'yê neyê dîtin.   * Li Nisêbînê gundekî xwe bi xwe tevdîrên xwe girtine. Çûnhatina derve hatiye qedexekirin, mesafeya civakiyî mecbûrî ye û pêdivî bi awayekî pevreyî tên peydakirin.    * Merve Aydogan ku nexweşîna çolyakê lê peyda bûye û niha di Girtîgeha Bunyanê de ye, diyar kir ku ew jî di nav de di 4 girtiyan de nîşaneyên vîrûsê hatine tespîtkirin, lê belê dîsa jî wan nabin nexweşxaneyê.    * Serokê Odeya Dermangeran a Stenbolê Cenap Sarialîoglû, diyar kir ku li bajêr di xebatkarên nêzî 20 dermanxaneyan de vîrûsa coronayê hatiye tespîtkirin û got, dermangerek di rewşa entubeyê de ye û yên din jî li malê di akrantînayê de ne.    * Li navçeya Tûrbayê, çopên ku li qeraxê Gola Sixkê hatine valakirin, bi helandina berfê re derketin holê. Li gel vîrûsa koronayê jî çop nayên berhevkirin û bi bayê re dikevin hundirê malan.   * Hevserokê HDP’ê yê Wanê Okkeş Kava, diyar kir ku ew ji bo welatiyên pêdiviyên hene seferber bûne û got: “Feraseta komîn her tim di çanda me de heye. Em dixwazin îro vê feraseta xwe ya komîn mezin bikin. Em dixwazin ku hemû kes beşdarî vê kampanyayê bibin. Niha dem dema mezinkirina piştevaniyê ye.”   * Pasajên her cûre kelûpel ên li Rihayê hatine ber asta girtinê. Serokê Komeleya Pasaja Japon Mehmet Toprak diyar kir ku ji ber şewbê peywendiya wan bi welatên Rojhilata dûr re hatiye birîn û got: “Heke wisa biçe em di demên pêş de neçarin pasajê bi temamî bigirin.”    * Li ser biryarnameya Serokkomariyê wê li taxa Karadûvar a Mêrsînê fabrîkeya plastîk were avakirin. SerokA MERÇED’ê Sebahat Aslan bertek nîşanî biryarê da û got: “Vîrusê ji xwe re veguherandin fersendê û biryar dane.”