SES: Li Enqereyê di rojekê de 9 kedkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin 2020-04-09 18:09:39   ENQERE - Navenda Rêveberiya SES'ê diyar kir ku li Enqereyê di nava rojekê de 9 xizmetkarên tenduristiyê bi şewba vîrûsa corona ketine.    Lijneya Rêveberiya Navendî ya Sendikaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), diyar kir ku li Enqereyê Komîsyona Nexweşiyên Pantemî û Ji Hevgirtinê biryar daye ku hemû xizmetkarên tenduristiyê di testa vîrûsê re derbas bikin û li gorî biryarê dest bi testên xizmetkarên tenduristiyê kirine. SES'ê anî ziman ku li îstasyona Serwîza Lez a 112'an kedkarên tenduristiyê di destê re derbas bûne û di nava rojekê de testa 9 xizmetkarên tenduristiyê ya Covît19 pozitif derketine. SES'ê anî ziman ku di xizmetkarên tenduristiyê yên Covid-19 bi wan re derketine nîşaneyên kuxik, bêhnçikandin û germa laş tune ye. SES'ê xwest ji ber nîşaneyên vîrûsê di wan de xuya nabe xwest hemû xizmetkarên tenduristiyê bi lez di testan re derbas bibin.