Malbatan serî li ÎHD’ê dan: Li Sîlîvrî testa 2 girtiyan pozîtîf derket 2020-04-09 12:08:23 STENBOL - Hat îdîa kirin ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5 a Sîlîvrî, testa Kovîd-19 a 2 girtiyên siyasî pozîtîf derketiye û li şûna bixin karantînayê paşve anîne qawîşê.   Hat îdîakirina kirin ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5 a Sîlîvrî, testa vîrûsa korona (Kovîd-19) a 2 girtiyên siyasî pozîtîf derketiye û di 3 girtiyan de jî li nîşaneyên şewbê hene.   Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî, derbarê mijarê de ev agahî dan: “Xizmekê girtiyê bi navê M.A. yê li Sîlîvrî dimîne bi telefonê li me geriya û hin agahî dan me. Yolarî agahiyên xizmê M.A. ji wan re ragihand wiha rêz kirin: “Testa Kovîd-19 a girtiyên binavê Z.S. û H.P. pozîtîf derketine. Li şûna ku bixin karantînayê, paşve birine qawîşan. Piştî Z.S. û H.P. dixin qawîşan N.B. û H.U yê nexweşiyên wî yên kronîk hene jî di dayîn û standina bêhnê de zoriyê dikêşe. Dîsa girtiyê bi navê M.F.E. jî gerimbûna laşê wî zêde dibe û pirsgirêkê kuxikê rû dane. Fikara ev girtî bi şewbê ketibin heye. Lê heya niha testa van 3 her girtiyan nehatiye kirin.”   Yolerî, da zanîn ku ev agahiya ji wan re hatiye hîna piştrest nekirine û banga bergiriyên lezgîn ji bo girtîgehan kir.   KETIBÛ GIREVA BIRÇÎBÛNÊ   Girtiyê hat îdîakirin ku testa wî pozîtîf derketiye Z.S. di dema çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemergê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da bû dest pê kirin, di 26’ê Kanûna 2018’an de ketibû greva birçîbûnê.