Li cîhanê rewşa vîrûsa corona: 88 hezar û 531 mirov mirin 2020-04-09 11:59:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Li welatên cîhanê heta niha ji ber vîrûsa corona (Covît-19) bi giştî 88 hezar û 531 mirovan jiyana xwe ji dest dan û hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin jî 1 milyon û 519 hezar û 213 kes derbas kir.  Li Cîhanê vîrûsa corona (Covît-19) her saet zêde dibe. Heta niha li tevahiya welatên cîhanê 88 hezar û 531 kesan bi şewba vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Li tevahiya cîhanê bi giştî 1 mîlyon û 519 hezar û 213 kes jî bi vîrûsê ketin. Li Tirkiyeyê jî ji 11'ê Adarê heta niha 812 kes bi şewba vîrûsê mirin û 38 hezar û 226 kes jî bi şewba vîrûsê ketin.    Li welatê Îtalya heta niha 17 hezar û 669 kes, li DYA'yê 14 hezar û 797, li Îspanya 14 hezar û 794, li Fransa 10 hezar û 869 û li îranê jî 3 hezar û 993 kesan jiyana xwe ji dest dan.