Di 4 salan de 22 welatiyan bi teqemeniyan can dan 2020-04-09 09:42:43   ŞIRNEX - Li bajarên herêmê di nava 4 salan de 21 jê zarok 22 welatiyan ji ber teqemeniyên ne teqiyayî ên li pey operasyonên eskerî mane can dan. Welatiyên ku di navde zarok û mezin hene an li cem pez, an jî di nava bax û bostanên xwe de kar dikirin bûn qurbanên van teqemeniyan.    Di 1'ê nîsanê de li navçeya Lice ya Amedê zarokê 11 salî Yusuf Yildirak dema pezê xwe diçêrand, teqemenî pêde teqiya û jiyana xwe ji dest da. Vê bûyerê, bûyerên berê bibîr xist. Di nava 4 salên dawî de li Şirnex, Mêrdîn, Amed, Sêrt, Êlih, Bêdlis, Mûş, Wan û bajarên herêmê de bi giştî 21 jê zarok 22 welatiyan bi teqemeniyên li pey eskerên derketine operasyonê mane jiyana xwe ji dest dan. Du nava 4 salan de 44 zarok jî bi van teqemeniyan birîndar bûn. Di nava salê de şivanekî 55 salî ji ber teqemeniyê jiyana xwe ji dest da.    Ji Adara sala 2016'an heta niha li bajarên Kurdistanê 22 kesan bi teqemeniyan jiyana xwe ji dest dan. Kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:    * 31 Adar 2016 - Li Taxa cûdî ya Cizîra Şirnexê Harun Çagli yê 4 salî Ayşenur Geçît ya 6 salî bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest dan.    * 14 Nîsan 2016 - Li Navçeya Hezexa Şirnexê zaroka 4 salî Hidayet Tek li pêş mala xwe bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da.    * 7 Gulan 2016 - Li Navçeya Hezexa Şirnexê zarokê 8 salî Muslum Îlhan, bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da.    * 12 Gulan 2016 -Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê zarokê bi navê A.A. û bavê wî Tahir A. bi giranî birîndar bûn.    * 15 Gulan 2016 - Li Çemê Celalî yê Sîlopiya Şirnexê zarokê 10 salî Enes Erdem bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da.    * 19 Gulan 2016 - Li Semta Şehitlik  a Amedê zarokê 10 salî R.D. ji ber teqemeniyê bi giranî birîndar bû.    * 6 Tîrmeh 2016 - Li Gundê Derxusê yê Navçeya Liceya Amedê zarokên bi navê R.O. (4), A.O. (9) û Y.O. (13) bi teqemeniya li pey eskeran mabûn birîndar bûn.    * 9 Tîrmeh 2016 - Li Zozanê Kanîspî yê Giyadîna Agiriyê zarokê 15 salî Fettah Erdem bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da.    * 23 Tebax 2016 - Li Navçeya Nisêbîna Mêrdînê zarokê 12 salî Fehime Korkmaz bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da. Di teqîna li taxa Zeynel Abidin de zarokên bi navê D.K. (13) û E.K. birîndar bûn.    * 11 Cotmeh 2016 - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê zarokê 10 salî Umut Ayvalik bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da. Zarokên 10 salî H.A. û H.A. jî birîndar bûn.    * 18 Cotmeh 2016 -Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di teqînê de zarokê 14 salî Kadri Barak jiyana xwe ji dest da.    * 5 Mijdar 2016 - Li Taxa Gundogdu ya Şirnexê di teqînê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 4 zarok jî birindar bûn.    * 4 Kanûn 2016 - Li Navçeya Sûrê ya Amedê zarokên bi navê M.Î. (13) û Ş.A. (11) di teqînê de birîndar bûn.    * 6 Kanûn 2016 - Li Taxa Tekel a Navçeya Farqînê ya amedê zarkê 8 salî A.Ş. bi teqemeniyê birîndar bû.    * 30 Kanûn 2016 - Li Navçeya Kerboranê ya Mêrdînê zarokê 12 salî Musa Acar bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da.     2017    * 9 Çile 2017 - Li Gundê Oslo yê Şemzînanê zaroka 5 salî Sidika Toprak bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da.    * 22 Çile 2017 - Li taxa Dicle ya Şirnexê zarokên bi navê E.B. û V. B. bi teqemeniyê bi giranî birîndar bûn.    * 25 Sibat 2017 - Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê zarokê 12 salî Y.M. û zarokê 6 salî M.M., bi teqemeniyê birindar bûn.    * 30 Adar 2017 - Li taxa Abdulkadir Paşa ya Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê zaroken bira yên 3 salî Havin û 5 sali Fatih Guneş bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest dan.    * 8 Nîsan 2017 - Li Gundê Deşta Darê ya Sêrtê bira Muhammet (12) û Abdulkadir Açikça (9) bi teqemeniyên Qereqola Hurmusê jiyana xwe ji dest dan.    * 20 Nîsan 2017 - Li nêzî Qereqola Îkîzce ya Dêrgula Şirnexê zarokên E.B. (10), M.B. (11), H. A. (12) û C.K.(11) bi teqemeniyê birîndar bûn.    * 25 Nîsan 2017 - Li Gundê Sagmanê yê Navçeya Pertek a Dêrsimê zarokên bi navê R.K.û T.K. ji ber teqemeniyê birîndar bûn.     * 1 Tîrmeh 2017 - Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê zarokê 10 salî E.Ç. bi teqemeniyê birîndar bû.    * 1 Tîrmeh 2017 - Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê zarokê 10 salî E.B., bi teqemeniyê birîndar bû.    * 19 Tîrmeh 2017 -Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê zarokê 9 salî K.A. bi teqemeniyê birîndar bû.    * 30 Îlon 2017 - Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê birayên 6-7 salî Umut Kozay jiyana xwe ji dest da û E.K. birîndar bû.    * 4 mijdar 2017 - Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Zarokên navbera 12 û 13 salî N.Y., Y.Y. û O.Y. bi teqemeniyê birîndar bûn.    2018    * 19 Sibat 2018 - Li Taxa Fatîh Paşa ya Navçeya Sûra Amedê 2 zarok bi teqemeniyê birîndar bûn.    * 10 Adar 2018 - Li Taxa Gungor a Navçeya Geverê ya Colemêrgê zarokê 10 salî Beraat Oktay bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da.    * 11 Adar 2018 - Li Taxa Gungor a Navçeya Gevera Colemêrgê  li ser rêya Maxsûdava ciwanê 19 salî Îbrahim Akdag, bi teqemeniyê birîndar bû.    * 12 Gulan 2018 - Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê zarokê 11 salî Hogir Kayran bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da.    * 4 Tîrmeh 2018 -Li Navçeya Akçakale ya Rihayê zarokên 12 - 15 salî E.B. û A.B. û daylika wan Emine B. bi teqemeniyê birîndar bûn.    * 22 Kanûn 2018 - Li Navçeya Erdemlî ya Mêrsînê zarokên bi navê H.D, Y.D, C.D, S.T. û M.R. bi teqemeniyê birîndar bûn.   2019   * 7 Cotmeh 2019 - Li Navçeya Nisêbênê ya Mêrdînê şivanê 55 salî Selahattin Bayhan (55) bi teqemeniyê birîndar bû û di 14 Cotmeha 2019'an de jiyana xwe ji dest da.    2020    * Di 31'ê Adar 2020'an de Li navçeya Liceya Amedê zarokê 11 salî Yusuf Yıldırak bi teqemeniyê birîndar bû û di 3'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da.