ANYAKAY-DER: Ji bo tenduristiya Ocalan demildest gavan bavêjin 2020-04-09 09:03:59   STENBOL - Hevserokê ANYAKAY-DER'ê Şeyhmûs Işik, diyar kir ku ji ber şewba coronayê fikarên wan ên ji bo tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûne û ji bo tenduristiya Ocalan xwest rojek berî rojekê gav bên avêtin.    Ji roja şewba coronayê (Covîd-19) li Tirkiyeyê berbelav bûye heya niha serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tên redkirin. Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Bi Xizmên Windayan re ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) Şeyhmûs Işik, diyar kir ku pêşnûmaya qanûna înfazê û qedexekirina hevdîtina parêzeran a bi girtiyan re bûye cihê şik û gumanên mezin û got, ji bo tenduristiya Ocalan demildest divê hin gav bên avêtin.    ‘BIRA GIRTÎGEH NEBIN MALÊN CENAZEYAN'    Işik, anî ziman ku AKP-MHP dixwaze vê sererastkirina qanûnî wekî gefxwarinekê bi kar bîne û got, ev sererastkirina li dijî rêgeza newekehviyê ye Qanûna Bingehîn jî bin pê dike. Işik, got: "Her wiha tenduristiya gel û girtiyan jî dixe xetereyê. Li qawîşên 3 kesî 10 kes, li ên 5 kesî 20 kes dimînin. Paqijiya cihekî di van şert û emrcan ne mimkun e. Loma divê cezayê girtiyan an bê taloqkirin an jî divê rêgeza wekheviyê esas bê girtin ku girtî hemû wek hev sûdê jê bigirin. An jê heger tiştekî neyînî biqewime, wê ev yek bike ku girtîgeh bibin malên cenazeyan."    REWŞA OCALAN    Işik, bal kişand ser rewşa Ocalan û got, di warê tenduristiya wî de fikarên raya giştî hene. Işik, anî ziman ku ji ber vê şewbê fikar zêde bûne û got: "Divê parêzer û malbat hevdîtinê pê re çêbikin ku derbarê tenduristiya wî de agahî bên wergirtin. Heger ji ber şewbê tiştekî neyînî biqewime wê di civakê de bibe sedema rageşiyekê. Di vî warî de pêşî divê siyasî û bi giştî jî raya giştî hesas bin. Demildest ji bo hevdîtina bi Birêz Ocalan re divê hin gav bên avêtin."    Endama ANYAKAY-DER'ê Hanim Kûrûm jî destnîşan kir ku di van şert û mercan denevalakirina girtîgehan nayê qebûlkirin. Kûrûm jî bal kişand ser rewşa tenduristiya Ocalan û got, demildet divê pêşî li ber hevdîtinên pê re bê vekirin.