Zonguldakî: Xizmeta tenduristiyî kêm e 2020-04-09 09:03:40   ZONGÛLDAK - Yek ji bajarên ku ji ber vîrûsa coronayê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye jî Zongûldak e, ji lewre li vê bajarî nexweşînên kezebê û hewa qirêj zêde ye. Welatiyan bal kiaşnd ser kêmasiya di warê xizmeta tenduristiyê de û xwestin qedexeya derketina derve bê îlankirin.    Di çaçroveya tevdîrgirtiyên li dijî vîrûsa coronayê (Covîd-19) di 3'yê Nîsanê de çûnhatina 30 bajarên mezin û bajarê Zongûldakê hatibû qedexekirin. Sedema ku Zongûldak jî daxilî nav vî bajarî hat kirin ew e ku li bajêr rêjeya pençeşêra kezebê zêde ye. Zongûldakiyan anî ziman ku bi awayekî fîlî qedexeya derketina derve heye, lê belê hikûmet naxwaze bi awayekî fermî berpirsiyariyê hilgire ser xwe û qedexeya derketina derve îlan nake.    DERENG MA'   Berber Kemal Aktaş, anî ziman ku 15 roj in dikana wî girtiye û naxebite. Aktaş, bal kişand ser qedexekirina çûnhatina bajêr û navçeyan û got, lê belê tevdîrên heyî kêm in û dereng hatine pêkanîn. Aktaş, destnîşan kir ku berî ku bêtir bi derengî bikeve divê qedexeya derketina derve bê ragihandin.    KONTROLKIRINA TENDURISTIYA MIROV   Aktaş, diyar kir ku niha li gundekî Zongûldakê dimîne û got: "Nifûsa Zongûldakê extiyar e. Her wiha li bajêr rêjeya nexweşînên kezebê jî pir zêde ye. Wezîrê Tenduristiyê dibêje me tenduristiya wan kontrol kiriye. Lê belê li Zongûldakê tiştek nehatiye kirin. Li tax û gundan tenduristiya kesî nayê kontrolkirin."    Mamosteya teqawid Ayhan Kîraz jî anî ziman ku li bajêr polîsan peyarê girtine û bi awayekî fiîlî qedexeya derketina derve heye û got: "Lê çima bi awayekî fermî vê yekê nakin. Çimkî naxwazin berpirsiyariyê hilgirin. Gava qedexeyê îlan bikin mecbûr e pêdiviyên mirovan jî peyda bikin. Ji ber vê nakin."    SANTRALÊN TERMÎK    Kîraz, anî ziman ku sedema rîska li bajêr jî madenên komirê û santralên termîk e û got, bajar veguherandine dojeha santralên termîk. Kîraz, anî ziman ku mecbûriyeteke santralan heye ku fîltreyan bi kar bîne lê belê bi kar naynin û got, ji ber vê bajar bûye bajarê her qirêj. Kîraz, destnîşan kir ku ji ber qirêjbûna hewayê tevdîrgirtinên li dijî vîrûsê jî zêde dibin. Her wiha Kîraz, destnîşan kir ku ji ber vê jî kîtên testan dereng hatine bajêr.    MA / Tolga Guney