'Rojnamevan tên girtin, çapemeniya muxalif tê qedexekirin' 2020-04-09 09:03:21   EDENE - Pêşnûmaya qanûna înfazê ji bo rojnameyên muxalif neçin girtîgehan ber destê girtiyan hin xalan di xwe de dihewîne. Serokê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Edeneyê Parêzer Tûgay Bek, diyar kir ku ev yek li dijî hiqûqê ye û got: "Rojnamevan tên girtin, çapemeniya muxalif tê qedexekirin."    Pêşnûmaya qanûna înfazê ya bi hevkariya AKP-MHP'ê hat amadekirin, ji bo rojnameyên mafê wan ê weşandina îlan û reklamên fermî tunene neçin girtîgehan ber destê girtiyan hin xalan di xwe de dihewîne. Serokê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Edeneyê Parêzer Tûgay Bek, Desteya Çapemenî ÎLanê (BÎK), desteyeke îdarî ye, lê belê biryarên siyasî digire.    Bek, bal kişand ser biryarên BÎK'ê yên der barê rojnameyên muxalif de û got: "Bi vî awayî tê xwestin çapemeniya muxalif bê dorpêçkirin û bêdengkirin. Niha jî bi biryarên heman saziyê ku biryarine dijî hiqûqê ne, tê diyarkirin ku wê kîjan rojname biçin girtîgehan kîjan jî neçin. BÎK, ne meqameke darazê an jî dadgeh e. Biryar an jî astengkirinên bêyî biryara dadgehê li dijî hiqûqê ne. Rojnamevanên muxalif tên girtin, çapemeniya muxalif tê qedexekirin. Dixwazin pergaleke bêmuxalif ava bikin."    'DIJÎ HIQÛQÊ YE'    Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Îlhan Ongor jî destnîşan kir ku pêşnûmaya qanûna înfazê ji gelek hêlan ve qanûneke cihêkariyê ye. Ongor, anî ziman ku ev pêşnûma bûye sedema tevlihevbûna serê civakê û got, wê di pêkanînê de gelek pirsgirêkên cidî rû bidin. Ongor, ji bo neşandina rojnameyên muxalif a ji bo girtîgehan jî got: "Bi vê sererastkirina nû re, qedexekirina hin rojname, kovar û pirtûkan bia wayekî aşkere dijî hiqûqê ye. A rast ji zû de ye nahêlin rojnameyên wekî Yenî Yaşam û Evrensel bigihên ber destê girtiyan. Niha jî dixwazin vê qedexeya fiîlî bispêrin qanûnekê."   Ongur, anî ziman ku bi vî awayî mafê wergirtina agahiyan û nûçewergirtinê ji holê tê rakirin.    MA / Hamdûllah Kesen