ÎTO redkirina daxwaza 'Zagona Tundiya di Tenduristiyê de' hewaleyî hekîman kir 2020-04-08 14:19:07 STENBOL - Odeya Tabîban a Stenolê (ÎTO), daxwaza "Zagona Tundiya di Tenduristiyê de" ku ji aliyê AKP û MHP’ê ve hat redkirin, bi gotina “Yên ev daxwaz red kirin em wan hewaleyî hemû hekîmên vî welatî dikin" şermezar kirin.  Daxwaza "Zagona Tundiya di Tenduristiyê de" duh hat rojeva meclîsê û AKP û MHP’ê ev daxwaz red kir. Piştî AKP û MHP'ê daxwaza Odeya Tabîban a Stenolê (ÎTO) red kir, ÎTO, piştî AKP û MHP'ê daxwaz red kir, bi gotina “Yên ev daxwaz red kirin em wan hewaleyî hemû hekîmên vî welatî dikin" şermezar kirin. ÎTO bi daxuyaniyek nivîskî helwesta AKP û MHP'ê şermezar kir û wiha got: "Hekîm tevî hemû rîska vîrûsa corona (Covid-19) di bin talûkeyek mezin de têdikoşin. Di vê pêvajoyê de tenê daxwazek hekîman heye ku ev daxwazawan bibe zagon. Lê ev daxwaz hatiye redkirin. Zêde pêdivî bi gotina zêde tune ye. Em hemû kesên ku 3 hefte berê li ser kursî û balkonên xwe li çepikan dixist û duh ev daxwaza Zagona li dijî Tundiya Di Tenduristiyê de red kirin hewaleyî hemû hekîmên li Tirkiyeyê dikin."