Hevserokê HDP’ê Bozdal û Dr. Altûndag hatin berdan 2020-04-08 14:10:20   RIHA - Hevserokê HDP’ê yê navçeya Eyyûbiyê Omer Bozdal û bijîşk Rezan Altûndag hatin berdan.   Şeva operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê ya di 9’ê Cotmeha 2019’an de li dijî Bajur û Rojhilatê Sûriyeyê, li tevahiya Rihayê 54 kes hatibûn binçakirin û ji van 30 kes hatibûn girtin. Dûre, dozger derbarê van kesan de 3 îdîanameyên cuda amade kiribû. Danişîna doza Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navçeya Eyyûbiyê Omer Bozdal û bijîşk Rezan Altûndag li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin. Danişîn li salona danişînê ya Kampusa Girtîgeha Hîlwanê hat dîtin û her du 2 girtî ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Parêzerên wan jî di danişînê de amade bûn.   Parêzeên Bozdal û Altûndag, sûcdariyên di îdîanameyan de red kirin û berdana muwekîlên xwe daxwaz kirin. Dadgehê piştî parastinê, derbarê her 2 kesan de, biryara berdanê da.