2 zarokên testa wan pozitif derketin rakirin nexweşxaneyê 2020-04-08 14:01:58 MÊRDÎN - 2 zarokên ku di testa xwîna wan de vîrûs derket, rakirin nexweşxaneyê.    Li beşa venêrtina zêde ya Zarokan a Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê 2 zarokên temenê wan di navbera 9 û 16 salî de bi şewba vîrûsê ketin. Piştî testa xwîna wan hat kirin derket holê ku di xwîna wan de (Covid-19) heye. Ji 3 zarokên dihatin dermankirin jê 2 zarok piştî vîrûs bi wan re derket, rakirin nexweşxaneyên cuda. Zarokê din jî li nexweşxaneya dewletê dermankirina wî didome.    Berê ji ber ku Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Ahmet Kanbal nûçe çêkiribû û li ser medya civakî parve kiribû, Midûriyeta Tenduristiyê ya Mêrdînê, der barê Kanbal de bi hinceta “Bûye sedema tirsê" gilî kiribû û li Kanbal lêpirsîn hatibû vekirin.