Li gel talûkeya vîrûsê 2 qawîş kirin yek 2020-04-08 13:12:09   WAN - Medya Aslan, ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê, nameyek ji Şaxa ÎHD'ê ya Wanê re şand û diyar kir ku tevî talûkeya vîrûsa corona 2 qawîşên ku bi giştî 16 girtî lê dimînin kirine yek.    Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtiya siyasî Medya Aslan, ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê re nameyek şand û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan. Aslan, di nameyê de diyar kir ku di vê pêvajoya talûkeya vîrûsê heye de 2 qawiş kirine yek. Aslan, anî ziman ku girtiyên nexweş nabin revîrê û malzemeyên paqijiyê nadin girtiyan, radyo û pirtûkên wan desteser kirine. Aslan, da zanîn ku girtiyan di bin bararanê de dide jimartin û di vê pêvajoya vîrûsê de li dijî nexweşiyan wan naparêzin û tedbîran nagirin. Aslan, bibîr xist ku wezareta dadê hefteyê 2 caran mafê telefonê daye malbatank, lê rayedarên girtîgehê vê yekê li gorî keyfa xwe dixin meriyetê.    2 QAWÎŞ KIRIN YEK    Aslan, dazanîn ku hefteya borî 7 hevalên wan nexweş bûn û li gel ji rêveberiya girtîgehê re daxwazname nivîsîne jî ew nebirine revîrê. Aslan, bi bîr xist ku di di vê pêvajoya rîska vîrûsê zêde ye 2 qawîşên ku bi giştî ji 16 kesan pêk tê kirine yek û di nava wan de nexweşên kronîk û dayikên zêdeyî 65 salî di nava wan de hene. Aslan, ji ÎHD'ê xwest hestiyar tev bigerin û daxwazên wan li ber çavan bigirin."