HDP'ê 90 daxwazname dan meclîsê 2020-04-08 12:47:57   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Fergerlioglu, diyar kir ku wan bi 90 daxwaznameyan pirsgirêkên li girtîgehan birine rojeva meclîsê. Li gorî daxwaznameyan li gelek girtîgehan nîşaneyên vîrûsa sempotê heye, tedbîr nayên girtin û li girtîgehan şertên paqijiyê û odeyên qerantînayê tune ne.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlîoglu, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtîgeh û girtiyan 90 daxwaznameyên ku girtiyan ji Federasyona Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Hiquqî ya Malbatan (MED TUHAD-FED) re şandibûn bir rojeva meclîsê. Gergerlîolgu, ji Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê re 90 daxwaznameyên cuda nivîsî û xwest komîsyon pirsgirêkan li cihê bûyerê lêkolîn bike û gavên çareseriyê bavêje. Gergerlîoglu, dîsa ji bo Wezîrê Dadê Abdülhamit Gul bibersivîne 90 pirsname dan meclîsê.    ŞERTÊN PAQIJIYÊ TUNE NE   Daxwaznameyên binpêkirina mafan ji girtîgehên Afyon, Aksaray, Tarsus, Wan, Balikesir Bandirma, Antalya, Alanya, Akhisar, Girtîgeha tîpa D a Amedê, Tipa F a Boluyê, Çankiri, Sêrt, Patnos, Erzirom, Xarpêt, Şakran û Alîaga yên Îzmirê, Sîlîvrî û gelek girtîgehên din hatin şandin. Girtiyan di daxwaznameyên xwe de diyar kirin ku ji ber paqijî baş nayê kirin bi rîska vîrûsa corona re rû bi rû ne karên dezenfektanê li girtîgehan nayê kirin. Girtiyan anîn ziman ku amûrên parastinê yên wekî lepik, maske yên li dijî vîrûsê nadin wan û gerdiyan li gorî pîvanên paqijî û hijyenê tev nagerin. Dîsa anîn ziman ku xwarina li girtiyan belav dikin ne paqij e.    KAWÎŞA QARANTÎNAYÊ TUNE YE   Malbata girtiyekî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, diyar kir ku xizmê wan bi nexweşiya KOAH'ê ye gelek girtiyên din ên bi nexweşiyên kronik hene. Malbatê da zanîn ku li girtîgehê qawîşa qarantînayê tune û girtiyan dernaxin hewşê ku hewayê bistînin.    LI TARSUSÊ NÎŞANÊ VÎRÛSE HENE   Dîsa di nava daxwaznameyên girtiyan de hatiye diyarkirin ku li Girtîgehae Tîpa T a Tarsus, girtiyek bi nexweşiya şekir û tansiyonê ye. Disa di heman qawîşê de neweşên ku nikarin nefesê bistînin û bi zekekê jî hene. Malbatên girtiyan anîn ziman ku li qawîşê kesên dikuxwin û laşê wan disincirin hene û li qawîşê şika nexweşiya vîrûsê heye. Malbatan da zanîn ku di qawîşê de 3 girtî bi gumana vîrûsê xistine qarantînayê.    GEFA 'EM Ê KESÊN BI VÎRÛS BÎNIN CEM WE'   Di daxwaznameyên ji Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê haten şandin de jî, hat diyar kirin ku gefa 'Em ê kesên bi vîrûs bînin cem we" li girtiyan hatiye xwarin. Dema girtî hatine sewqkirin jî rastî lêdan û îşkenceyê hatine. Dema girtiyan ev yek bi rayedarên girtîgehê re parve kirine jî gotine 'Divê hûn li gorî pîvanan tev bigerin'.    Girtiyan anîn ziman ku li Girtîgeha Bandırma jî li şûna 12 kesan 20 kes di qawîşekê de dimîne û rîska nexweşiyê pir zêde ye.    Girtiyan di daxwzanameyan de anîn ziman ku malzemeyên paqijiyê bi pereyan difiroşin wan, 8 gardiyan xistine qarantînayê, gardiyanan tû giriyan kiriye û neheqî li girtiyan kirine.    Gergerlîoglu, têkildarî rewş û binpêkirina mafên girtiyan pirsname da Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul. Gergerlioglu ji Gul xwest ku pirsên wî bibersivîne û lêkolînê bike.   MA / Diren Yurtsever