‘Em dest ji ax û hilberandinê bernedin’ 2020-04-08 09:34:21 WAN - Huseyîn Ozkok ê bi bira û biraziyên xwe re zeviyek li Taxa Yali ya navçeya Rêya Armûşê kirê kirin got, “Em ne dest ji axê û ne jî dest ji hilberandinê berdin.” Welatiyên Wanê yên ji ber vîrûsa korona (kovîd-19) ku gefê li tevahiya cîhanê dixwe nikarin biçin bazar û sûkê, bi gerimbûna av hewayê re, li zeviyan dst bi çandaniyê kirin. Ferdên malbata Ozkok li ser vê yeke li Taxa Yali ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê zeviyek kirê kirin û dest bi çandiniya pîvazan kirin. Yek ji endamê malbatê Huseyîn Ozkok, diyar kir ku wan salmidêr tivir, bexdanûs, kûzele, gîjnij, hêliz û rihan çandin. Ozkok, da zanîn ku ev 17 salin bênavber bi malbatî bîstan diçînin û wiha axivî: “Min bi birayên xwe û pismanên xwe re ev zevî kirê kir. Em bi hevre tê de xebitîn. Divê mirov hilberandinê bikin. Rêya hilberandinê di axê re derbas dibe. Li bajêr gelek zeviyên vale hene. Divê mirov van zeviyên vale binirxînin.”   ‘EM BI VÊ ZEVIYÊ DEBARA XWE DIKIN’   Ozkok, da zanîn ku ew debara xwe li ser vê zeviyê dikin û wiha got: “Em malbateke ji 40 kesan pêk tên, debara xwe li ser vê zeviyê dikin. Min karê sewalkarî û înşaetê dikir. Piştî me ji Wanê bar kir, êdî me dest bi çandina bîstan kir. Berê me bi bêran çandinî dikir. Lê êdî makîne hene. Em nanê xwe ji vê derê derdixin. Em hemû cureyên şînkahiyan diçînin. Em pîvaz, tivir, bexdanûs, kûzele, gîjnij, hêliz û rihan hwd. diçînin. 5 zarokên min hene. Ez bi birazî û birayên xwe re bistanê diçînim. Di heman demê de em firîngî, bacanê reş, îsot û kulindan jî diçînin. Ax pir merde. Divê em nirxê axê baş zanibin. Ax tiştek pir xweşe. Ya girîng ew e ku karê mirov dike bi nirx be. Ger mirov yek tovê bide axê, ewê 5 tovan bide me. Yanî ax pir dewlemend û merde.”   NIHA DEMÊ KIXSANE’ Ozkok, dest nîşan kir ku niha dema çandina kixsane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi hevre çandiniyê dikin. Bêguman divê piştgiriya dewletê hebe. Lê divê em her tiştî jî ji dewletê hêvî nekin. Dema ku mirov nexebite û bes bixwe, wê demê dê nekare komkirin û hilberînê jî bi dest bixe. Ji bo qezenca mirovan çêbe, divê hilberînê bike.”   MA / Bariş Donmez - Mesût Bagci