Ocalan: Kapîtalîzm di qonaxa xwe ya herî qels de ye 2020-04-08 09:01:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Di vê pêvajoya ku şewba vîrûsa corona li hemû cîhanê belav bûye û li gel tenduristiyê darbeyek mezin li hilberîna îndûstrîyalizmê dixe, nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser qonaxa ku pergala kapîtalîzm hatiyê piştrast dike. Ocalan di pirtûka Kapîtalîzmê de destnîşan dike ku Kapîtalîzm hatiye asta herî qels û pir lawaz bûye.    Şewba vîrûsa corona (Covît-19) ku WHO wekî şewba kurevî îlan kir her roj bide sedema  mirina hezaran mirov. Dîsa hemû mirov di malan de hepis kiriye. Ji ber vê yekê li tevahiya cîhanê bi sed hezaran kargerî û fabrîqe hatine rawestandin. Şewba vîrûsa corona bi qasî darbeyek mezin li qada tenduristiyê xist, ew qas darbeyek mezin li qada kapîtalîzm û hilberîna îndûstrîyalîzmê jî xist. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di pirtûka Şaristaniya Kapîtalîst de destnîşan dike ku Kapîtalîzm hatiye asta herî qels û pir lawaz bûye. Nirxandinên Ocalan ên ji bo pergala kapîtalîst û têkçûna wê wiha ye:    "Di dîrokê de bi qasî ku hîç nebûye, di sîstema kapîtalîst de gotin û çalakî ji hev qut in, û ji vê jî wêdetir xiyanet û bêbextiyeke mezin heye. Mîna ku gotin timî çalakiyê çewt bikin hene. Çalakî bi qasî ku hîç nebûye di bendîtiya sîstema hegemonîk de mîna amûrekî mekanîk kirine xwediyê rol û ristê. Eger mirov xwezaya kapîtalîzma ku ketiye qonaxa împaratoriya global, ji hev dernexîne, form û bernameyên der barê jiyana azad de yên mirov li ser wan difikirin, dikarin ji rê derxînin û ev yek ji gelek mînakên dîrokî tê fêhmkirin. Her gotina bê gotin, her çalakiya bê kirin, ango her teorî û pratîk li qada raqibê xwe nikare rolekê bide xwe. Herî kêm çarsed sal in, modernîteya kapîtalîst bi rêûresmekê ketiye rewşeke hegemonîk û li dijî kirin û têgînên wê yên ji dînekî herî fanatîk bûye kultek, mirov bi helwestên pêxemberî, ewliyayî û Bûdîstîk ranebe, wê her mîna ehmeqekî aşê sîstemê digerîne bimîne. Gelekî behsa dijberiya kapîtalîzmê hat kirin. Di vê qonaxê de divê ev kes bi hosteyî li xwe mikur bên ku pirraniya wan bi tenê bi ehmeqî aşê kapîtalîzmê gerandine û qeraşiya wê kirine..   CIVAKÊ TI CARÎ DESTHILATDARÎ Û MÊTÎNGERÎ BI RIZA XWE QEBÛL NEKIRIYE   Ez kapîtalîzma xwe gihandiye serê globalîzmê hîç bi hêz nabînim. Belkî jî di qonaxa xwe ya herî qels de ye. Ya rastî, lawaz e, û her tim mumkin e ku bişkê. Ya nayê kirin ew e ku bi hostayî civak li hemberî wê nayê parastin. Ne ku ez ê bişibînim, lê fena rastiyekê jî em dikarin hegemonyadariya kapîtalîst weke kansêrbûna civakê bi nav bikin û em nikarin wê weke çarenûsên din şîrove bikin. Divê mirov kapîtalîzmê weke sîstema hegemonîk a herî qels bibîne. Ya hewce dike ew e ku kesayetek bi tenê bimîne jî divê civakbûn rast û bi hostayî pêk bê. Di dîrokê de ya her tim hat kirin ew bû ku li dijî ‘zilamê bi hêz’ yan jî ‘hegemon’ bi karanîna sîlehên wî bû. Hem wekheviya têgihiştinê û hem jî wekheviya çalakiyê di encamê de yê mîna xwe çêdike. Ya diqewime jî ev e. Li dijî Romayê gelek Roma derketine. Em berê xwe bidin demên kevintir em ê bibînin, sîteya orjînal Ûrûk hînê jî ‘Iraqên Nû’ çêdike. Guhertin gelekî kêm e, lê dubare gelekî zêde ye. Girîng e ku mirov hegemonyayê zêde mezin neke. Civakê ti carî desthilatdarî, mêtinkarî û zordestî bi dil û rizaya xwe qebûl nekirine û bawer nekirine ku bêyî wan nabe. Divê mirov xwe ji têgihiştinên bi vî rengî xilas bike: têgînên weke ‘civaka nipînû’ û ‘şêweyên civakan’ yên li pey hev tên naşibin hev, têgînên pûç in. Civak weke şêweyekî hebûna cinsê mirov çêdibin, lê weke hev pêş dikevin.    Karl Marks zêdetir bi helwesteke pozîtîvîst nêzî kapîtalîzmê dibû û dixwest wisa ji hev derxîne. Ew jî nîvrê ma. Negihiştê dest biavêje mijara dewlet û desthilatdariyê. Min ti carî nikarîbû hûrûkûr bi vê helwestê dakevim. Ez diyardeya mêtinkariyê fêhm dikim. Lê timî ji min wer dihat ku ew encam e. Ji encamê jî mirov dest pê bike, helwesteke gelekî kêm e, û ji aliyê polîtîk ve jî rewşa bêparastiniyê îfade dike. Ya rastî li ber serê Marks şoreşeke mîna pêvajoya salên 1848’an diqewimî. Bi qasî meşa bûrjûwaziyê ber bi desthilatdariyê ve, hilweşîn û veguherîna senyoran jî baş analîz dikir. Têra xwe eleqedariya wî bi ekonomî-polîtîk, felsefe û sosyalîzmê re heye.   Lê diyardeya desthilatdariyê ya xwe ji nû ve organîze kiriye û mîna axtepotekê xwe li piraniya civakê û kedkarê xizan gerandiye, bihêlin ew wê fêm bike, nikarîbû pêşiyê lê bigire ku di encamê de sîstematîka wî bi xwe jî nebe destikê wê. Haya wî jê tinebû ku modela teorîk-pratîk ya pêşniyar dike, hegemonya kapîtalîzmê têra xwe xurt dike. Mînaka herî dawî jî pratîka Çînê ye, çawa ku bûye çavkaniya herî xurt a palpiştiya kapîtalîzma hegemon a DYE’yê dike. Ev rewş jî têkiliya xwe bi vê hayjixwenebûnê re heye.    YEK JI SEDEMÊN HÊZA HEGEMONTIYA KAPÎTALÎST EW E KU MIROV KIRIYE KOLÊ DILDAR   Eger hegemontiya kapîtalîst evçend bi hêz e, yek ji sedemên wê yê bingehîn ew e ku rê li ber koletiya mirov bi dilê xwe bikin, vekiriye. Ma îro karkerekî bi tenê heye ku heqdestekî zêde nexwaze? Bi rastî jî rewş mirov gelekî xemgîn dike. Ez wexta li ser têkoşîna li dijî kapîtalîzmê diponijim, timî têkiliya pîrek û zilamî tê bîra min. Eger zilam li gorî atmosfera têde, jiyaneke normal pêşkêş kiribe, zehmet e, mirov vê jinê bixe pozîsyona ku li dijî zilam têbikoşe, ha di vê çarçoveyê de eger karker jî heqdestekî baş bistîne, zehmet e, mirov karibe wî bixe pozîsyona têkoşînê li dijî efendiyê wî yê kapîtalîst ê heqdestekî baş dayê.  Karkerê ku di berdêla heqdestekî gelekî kêm de liber efendiyê xwe yê kapîtalîst xwe qulupanî dike, bihêlin azadbûna wî, wê li dijî pirraniyên civakê jî xulamtiya sîstematîka efendiyê xwe bike. Jixwe di demekê de ku artêşa bê karan ref bi ref zêde dibe, karkerekî rewşa xwe misoger kiribe bi qasî karmendekî dewletê belkî jî ji wî wêdetir rewşa xwe ewle û misoger dihesibîne.   Civaka bajêr a weke miqnatîzê ez ji civaka gund kişandim, bi rewşa hatiye analîzkirin ji bo min mekanê bingehîn ê pirsgirêkê ye. Gunehkarê sereke yê ji rizîna civakê di nava xwe de û veqetîna ji wê, bajar e, û civakbûna bajêr rê li ber vekirî ye. Ya rastî, civaka bajar a şaristaniya dewletdar a çînî ye. Civaka klan a herî destpêkê jî bi qasî şaristaniya bajêr li hemberî jiyanê cahil nîne. Berevajî, eger civaka bajêr a şaristaniyê di qonaxa kapîtalîzmê de bi temamî bûbe kujerekî hawîrdorê, herhal ev xuya ye ji cehaleta sîstematîk a bunyeya wê ye.   Eqlê ji mejiyê hisî qut bûye û têkiliya cinsî ya ji zû ve maneya xwe wendakirî, nîşaneyên bingehîn in ku kansorejeniya kapîtalîzmê berçav dikin. Ji bo desthilatdariyê pişta xwe bi nukleera xeternak ve girê dide, ji bo karkeriya erzan bi qasî ku di cîhanê de hilneyê dihêlin şênî zêde bibin, ev bi tevahî têkiliya xwe bi cewherê sîstemê re hene, nexasim jî bi şêweyê desthilatdariya wê ve. Şerên cîhanê, şerên mêtingeriyê û şerên desthilatdariyê yên bi tevahî bandorê li civakê bikin, ji bilî îflasa sîstemê xwedî maneyeke din nînin. Mekanê serketinê yê kapîtalîzmê peravên Bakur-Rojavayê Ewrûpayê û girava Ingilistanê bû. Kapîtalîzm meşa xwe ya serketinê çarsed sale di asta sîstema dinyayê de dimeşîne. Mekanê lê dihilkume navenda çandên qedîm. Rojhilata Navîn e. Ya rastî, kapîtalîzm bi xwe ewladê dawî yê bê xêr û înkarker ê vê çandê ye. Şerê di navbera wan de jî weke tê zanîn kûrtir e. Şerê niha diqewime yê amatoran e.  Di rastî û realîteya me de jiyan li erdê maye, di bin lingan de ye. Maneya wê bi temamî pûç bûye. Heta mirov dikare bibêje em di rewşeke welê de ne, pir zêde xwe xapandin û derew heye, krêtiyeke ku ketiye her qul û deverê û zimanên bi qasî kundan jî nikarin bixwînin hene.    GELEK ÎŞARET NÎŞAN DIDIN KU DAWIYA PERGALA KAPÎLATÎST TÊ    Ez parêznameya xwe bi giştî li dijî çemê sereke pêvajoya şaristaniyê amade dikim û ez ê hûrûkûr li ser hegemonkariya kapîtalîst rawest im. Gelek îşaret û nîşane hene ku em bi wan dibînin dawiya sîstemê tê. Zanyarên rastî jî di warê van nîşane û îşaretan de hemfikir in. Pirs jî ew e ku mirovatiyê ji vê kaosê bi kîjan gavên tekûz karibe ber bi civakeke azad, demokratîk û wekhev biçe.   HETA MIROV TALANKIRINA XWEZAYÊ RANEWESTÎNE, MIROV DIKARE QALA KÎJAN JIYANÊ BIKE?    Ya rastî sîstema kapîtalîst bi xwe jî hewl dide xwe ji destên xwe xilas bike, ji lewra mirov dikare fêhm bike ka çima em bala xwe didin avakirina civakbûnê. Sosyalîzmên me yên dused salan jî di nava kapîtalê de asîmîle bûn, ji lewra nabe ku aqûbeta me jî bibe weke ya wan şervanên bi îdealên mezin ên mirovatiyê rabûn. Nabe ku em di nava refên lanet li wan kirî de cih bigirin. Ji vê jî wêdetir, nabe ku em Sokrates, Bûda û Zerdeşt weke ku gotinên xwe yên dawî gotine û bêdeng bûne bihesibînin. Eger ji nû ve em wan bi ruh nekin hingî me ji felsefeya azadiyê ti tişt fêhm nekiriye. Wekî din mirovatiyeke dinale heye, heta mirov êşên wê nekewîne, xwezayeke tê talankirin heye, heta mirov vê talanê ranewestîne, eşqeke bêbextî lê hatiye kirin heye, heta mirov bersiva wê nede, ma mirov dikare behsa kîjan jiyanê bike?   Mirov heta xwe nas neke, dest bi çi hewldaneke zanistî bike, wê bi felsefe û dînekî dogmatîk bi encam bibe. Bi gotina ‘xwenaskirinê’ mebesta min fikra mirov dixe navenda xwe nîne. Ez dixwazim bibêjim ku mirov dikare kozmos û kaosê bi tenê bi çavdêriya hundirîn û bi hisên xwe yên ceribandinên hûrûkûr red nakin, fêhm bikin. Wexta cihê wê bê, ez ê nîşan bidim ku zanista xwe dispêre cihêkirina obje-sûbjeyê çawa koletiyê rewa dike. Ez ê raber bikim ku objektîvîzma zanistî, alîgiriya hegemonya û kapîtalîzma herî rezîl e. Li gorî felsefeya me, têderxistina ji maneya di çavê hespekî de heta jihevderxistina maneya di dengê çivîkekê de jiyanê yekpare his dike. Felsefeya me ewçend mane barkirî ye, bi rêz û hurmeta ji zanyarê pîr re dest pê dike, hewl dide ji lêgerîna di çavê keçeke ciwan a mîna xezaleke bizdonekî de bersivê bibîne. Jixwe têgihiştineke seksualîteyê ya ji qirkirinê xirabtir heye. Kapîtalîzm qonaxa şaristaniya bingehê xwe dewlet, çîn û bajar e, ev qonaxa dawî ya eqlê mirov gihiştiyê nîne, berevajî ev qonax a bi dawî hatina eqlê berê ye, û bi tevahî dewlemendiya xwe hilatina eqlê azadiyê ye. Di vê çarçoveyê de mirov dikare serdema modernîteya kapîtalîst weke serdemeke hêviyê şîrove bike."