ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-08 09:00:08   * Di vê pêvajoya ku şewba vîrûsa corona li hemû cîhanê belav bûye û li gel tenduristiyê darbeyek mezin li hilberîna îndûstrîyalizmê dixe, nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser qonaxa ku pergala kapîtalîzm hatiyê piştrast dike. Ocalan di pirtûka Kapîtalîzmê de destnîşan dike ku Kapîtalîzm hatiye asta herî qels û pir lawaz bûye.    * Xizmên girtiyan bertek nîşanî qanûna înfazê ya nû dan û gotin, heger li girtîgehan kes ji ber vîrûsa coronayê bimirin berpirsiyar dewlet e.    * Der barê du xwendekarên ku bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû mabûn û gilî kiribûn, bi îdiaya "birîndarkirin û gefxwarinê" îdianame hat amadekirin. Parêzer Ebedîn Altinkaynak, destnîşan kir ku mexdûr bûne bersûc.    * Pisporê Îstihdamê Sînan Ok, anî ziman ku tevdîrên aborî yên li dijî vîrûsa coronayê hatine girtin ji hêla çawanî û çendaniyê ve ne tevdîrine cidî ne û got, Fona Betaliyê divê ji nû ve bê sererastkirin û hemû betal daxilî nav bên kirin.    * Qeyûmê Şaredariya Cizîrê, kuçeya ku qeyûmê berê di sala 2017'an de ronahî lê çêkiribûn, careke din ronahî lê çêkirin û ji bo ronahiyan bi hezaran TL xerc kir.    * Hikûmet tenê li 21 bajaran ji sedî 75 hîbeya çandiniyê dide. Serokê Odeya Çandiniyê ya Yenîşehîrê Suleyman Îskenderoglû, bertek nîşanî vê yekê da û got, divê lîste ji nû ve vê revîzekirin û bajar hemû daxilî nav bên kirin.    * Endama Platforma Jinê ya Şahmaranê Gulîzar Îpek, destnîşan kir ku di serdema şewba coronayê de şideta mêrî zêdetir bûye û got: "Demildest divê ji nû ve li ser polîtîkayên der barê pandemiyê de bê sekinandin û li gor wekheviya zayendî bên çêkirin."    * Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Bijîşk Samet Menguç, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de karantîna, îzolasyon û tecrîd girîng in. Lê belê Menguç, bal kişand ser kêmasiyên hikûmetê yên di vê pvajoyê de jî û got: "Îqtidar, di her krîzê de ji bo pêşeroja siyaseta xwe li pey kesyperstiyê ye. Di serdema vê şewbê de jî li pey keysperestiyê ye."    * Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehmet Temizyuz diyar kir ku li girtîgehan gelek maf têne binpêkirin û  got: “Li girtîgehan ji xeynî tedbîran tecrîdek heye. Bila qanûna şermê paşve were kişandin û qanûneke ku girtiyên siyasî jî dixe nava xwe bê sazkirin.    * HDP, li Stenbolê ji bo pêdiviyên gel peyda bike li navçeyên bajêr komîsyon ava kirin. Hevserokên bajêr û rêxistinên navçeyan anîn ziman ku ji bo pêdiviyên gel seferber bûne.