Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê mirin bû 725 2020-04-07 20:13:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, ragihand ku di 24 saetên dawî de 76 kesên din jî mirine. Heya niha li Tirkiyeyê bi giştî 725 kes mirine.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, piştî civîna tenduristiyê daxuyanî da. Koca, daxuyand ku heya niha bi giştî 228 hezar û 868 test hatine kirin, hejmara kesên vîrûs di wan de hatine tespîtkirin bûye 34 hezar û 109 û 76 kesên din jî mirine.   Piştî daneyên dawî hejmara kesên mirine bi giştî bû 725.