Hevşaredar Alaca û Bîlgen banga piştevaniya kampanya malbatan kirin 2020-04-07 14:59:17   QERS – Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen ji bo “Kampanyaya Malbata Xwişk û Bira” bang kirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar dabû ku “Kampanyaya Malbata Xwişk û Bira” daye destpêkirin. Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen jî piştevaniya kampanyayê kirin û bi belavkirina vîdeoyê bang li xelkê kirin û her kesî vexwendin piştevaniyê.    Hevşaredar Şevîn Alaca diyar kir ku pêwîste di rojên wiha dijwar de her kes piştevaniya hev bike û got: “Niha carek din dem dema em destên xwe dirêjî hev bikin e. Em piştevaniya Kampanya Malbata Xwişk û Bira dikin. Ev kampanya ji bo malbatên me pêdiviya wan bi piştevaniyê heye fersendek e.”    Hevşaredar Ayhan BÎlgen jî got: “Bextewarî bi parvekirinê zêde dibe. Zehmetî bi piştevaniyê tên çareserkirin. Tu jî beşdarî Kampanyaya Malbata Xwişk û Bira bibe.”