Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tu bergirî nehatine girtin 2020-04-07 10:27:00   AMED - Hevjîna rojnameger Azîz Orûç ê li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê dimîne Hulya Orûç, diyar kir ku li girtîgehan bergirî nehatine girtin û got: “Azîz got ku gotegotên nexweşiyê û agahiyên çend girtî xistine karantînayê hene.”   Ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) li tevahiya cîhanê hejmara miriyan zêde dibin. Li Tirkiyeyê jî hejmara kesên bi vîrûsê dikevin û jiyana xwe ji dest dibin her roja diçe zêdetir dibe. Ji ber vîrûsê qanûna înfazê hat amedekirin û di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de hat qebûlkirin. Girtiyên siyasî yên mîna hemû girtiyên din jiyana wan da talûkê deye, ji derveyî vê qanûna înfazê hatin hiştin. Malbatên girtiyan bertekê nîşanî vê qanûnê didin. Hevjîna rojnameger Azîz Orûç ê li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ya Agiriyê dimîne Hulya Orûç, diyar kir ku di girtîgehan de tu bergirî nehatine girtin.   ‘BERGIRÎ TUNEYE’   Orûç, anî ziman ku herî dawî di 4’ê Adarê de hevdîtin pêk anîn û wiha axivî: “Di qawîşan de tu bergirî nehatine girtin. Girtî pirsgirên paqijiyê dijîn. Di hevdîtina dawî de hevjînê min ji min re got, ‘Ji xwe li qawîşa me ji bilî koronayê pirsgirêkên paqijiyê hene. Di qawîşê de hertim lexem bêhn dide.’ Ji ber şewbê heya niha di girtîgehê de bergirî nehatine girtin. Rewşa wan çawane, çi dikin û di çi halî dene em nizanin. Di du heftiyan de bi giştî me karî em 20 deqeyan biaxivîn. Ev 2 mehin daxwaza Azîz a biçe nexweşxanê heye. Lê vê daxwaza wî qebûl nakin. Bi tu awayî girtîgeh ne di ewlekariyê dene.”   ‘JI BO PARASTINÊ WE TIŞT NEKIRIYE’   Orûç, da zanîn ku ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî yên girtîgehan derbarê wî de lêpirsîn hat vekirin û wiha got: “Vê dewletê girtiyên nexweş terkî mirinê kirine. Rewşa heyî jî vê dide nişandan. Ji bo ku xwe biparên wê bejin ‘ma me şewb anîn.’ Belê raste we şewb ne anî, lê ji bo parastina girtiyan jî we tu tiştek nekiriye.”   ‘DIBE KU XISTIBIN KARANTÎNAYÊ’’   Orûç, dest nîşan kir ku duh bi telefonê hevdîtin bi hevjînê xwe Orûç re kiriye û wiha bilêv kir: “Ev 10 rojin nikarin tiştekê bikirin. Her tim fîşên wan ên kirrîn û firotinê paşve vedigerînin. Dema ku ez bi Azîz re axivîm got, ‘rewşa me pir xirabe. Girtîyekê nexweşê dil ne baş bû. Ev 10 rojin em agahî ji wî nagirin. Dibe ku em kiribin karantînayê. Di girtîgehê de gotegotên nexweşiyê û agahiyên çend girtî xistine karantînayê, hene. Ev çend mehin bi tu awayî bergirî nehatine girtin. Em di şert û mercên ne paqiji de dimînin.’ Azîz tiştên dijîni her tim dubare dikirin.”   ‘EMÊ BIBIN DENGÊ WAN’   Orûç, bal kişand ser qanûna înfazê ya nû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di qanûna înfazê de dîsa cih nedan girtiyên siyasî. Welatekê ku mîna Îranê ya ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê rexne kirin jî, bêyî ku cudakariyê bixe navbera girtiyan hemû berdan. Bi salane em behsa welatek demokratîk dikin. Lê desthilatdariya ku qanûnên xwe ferz dike, tenê ji bo berjewendiyên xwe tevdigere. Emê bibin denge girtiyan. Ger em bêdeng bimînin, emê bi bandor nebin. Divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li girtîgehan, hemû kes deng derxîn in.”