Dr. Zorlu Gunok: AKP’ê berpirsyariyê xwe daye ser milê gel 2020-04-07 09:23:55   WAN – Dr. Mîhrîcan Zorlû Gunok, diyar kir ku gotinên Tirkiye û dewleta sosyal nikarin li cem hev bên bikaranîn û wiha got: “Kampanya ‘Em bixwe têra xwe hene’ di heman demê de weke dûrişmeyeke hilbijartinê bê bikaranîn ez ê metel nebim.”   Vîrûsa koronayê her ku diçe belav dibe û dibe sedema gelek mirovan. Pergalên tenduristiyê yên welatan jî li dijî vîrûsê felç bûne û nabin çare. Dr. Mîhrîcan Zorlû Gunok, têkildarî geşedanên derbarê vîrûsa koronayê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   PERSPEKTÎFA XWE LI GEL FERZ DIKIN   Dr. Mîhrîcan Zorlû Gunok, diyar kir ku dewlet ji pirsgirêkên mirovan re çareserî nabinîn û wiha got: “Di pêvajoyeke wiha de heke dewlet li cem gel cih bigire û ji bo feydeya gel bixebite dê bi piyasê û sektora taybet li hemberî xwe bibîne. Divê refleksa parastina pergala kapîtalîst a beriya gel a dewletên ku bi taybetî ji salên 1980’yî ve ji bo berjewendiyên çîna sermayeye bûne amûrên polîtîkayên aboriye yên neo-lîberal, mirov metel neke. Desthilata AKP’ê bi kampanya ‘Em bixwe têra xwe hene’ berpirsyariya divê bigire ser xwe dide ser mile gel. Bi vê jî bi sînor namîne, di heman demê de perspektîfa xwe ya ku pandemiyê kadî weke nusîbeteke ku ji aliyê hêzên derve ve li Tirkiyeyê hatiye belavkirin, li gel ferz dike. Mixabin kesên ku ji bawer dikin jî hene.”   PANDEMIYE FIRSEND AFIRANDIYE   Dr. Gunok, destnîşan kir ku pandemiya kadî, firsend daye mirovan ku têkiliya ya xwe bi hinbûnên xwe yên hem bi desthilatê re hem jî xeritandin û xebata kapîtalîst re careke din binirxînin û ev tişt anî ziman: “Rêbazên hilberandina xwestekê ya dewlet û çîna sermayeye timik nayê deşîfrekirin. Weke parçeyeke têkoşîna kadî Heke mirov destê xwe ji hilberandin û pergalên jinûve hilberandinê û xeritandina zêde nekişînin karê me zehmet e. Em dizanin ku li cihê bêhn bê dayîn û standin dê pergala kapîtalîst dîsa şertên ku xwe nû bike dabîn bike. Lê divê êdî veguherandina qrîzê ya firsendê tenê ne di destê kapîtalîstan de be.”   NÎŞANÊN KARESETA MEZIN   Di berdewama axaftina xwe de Gunok, bi lêv kir ku ew xwe ji bikaranîna cem hev a gotinên Tirkiye û dewleta sosyal dûr dide û wiha pêde çû: “Heke heta îro Tirkiye şertê dewleta sosyal pêk nanîbe, çima ji niha şûn ve pêk bîne û heviya civakê bibersivîne? Binêrin ev demeke dirêj li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê nakeve bin ji sedî 13’an. Bawer bin ev tablo nîşanên karesatên mezin in. Di saleke dawîn de gelek mirov, ciwan ji ber ku kar nabînin û xîzaniyê dikişînin întîhar dikin. Ev qet ne rewşeke normal e û nikare bi dewleta sosyal bê girêdan.”   ‘DIRÛŞMÊN WAN NE SAMÎMÎ NE’    Dr. Gunok diyar kir ku dirûşmên “li malê bimîne” û “jiyan li malê xweş e” qet ne samîmî ne û got: “Hêj beşek fabrika û sektora taybet dixebitin. Henekê xwe bi însanan dikin. Gelek zarokên karker hene û bi vî awayî ew karkeriya wan tê astengkirin. Lê belê zarokên karker ji xwe ne li gorî qeydan tên xebitandin. Hemû qaçax tên xebitandin. A rast armanc ew e ku hem pergala kapîtalîst bêqisûr bixebite û hem jî dixwazin dan û sitendin bibe. Ez wek welatiyekî min xwe xistiye şûna evdalekî û niha wisa hîs dikim.”    ‘TIRKIYE NE SERKEFTÎ YE’    Gunok destnîşan kir ku li Tirkiyê tu tiştek serkeftî nebûye û wiha domand: “Bila tevîrê hemû welatiyan bigirin. Bila qedexeya derketina derve were ragihandin. Ka em binêrin ev welat bi ser dikeve an jî nakeve? Lê mixabin ji bo welatiyan tiştek nahatiye dabînkirin û tevdîr nehatine girtin. Loma serkefina li dijî koronayê li Tirkiyê hêj nîne. Serkeftina wan ew e ku tenê alîkariyê ji welatiyan kom bikin. Dirûşma ‘em xwe bi xwe bes in’ siberojê di hilbijartinan de bikar bînin jî ez ê şaş nemînim.”    ‘DIBE KU KORONA KAPÎTALÎZMÊ BI HÊZ BIKE’    Gunok bal kişand ser derxistina karkeran a ji kar û metirsiyên siberoja kar dîtinê û got: “Dibe ku çîna sermaye di dema pêşiya me de vîrûsa koronayê bike bahane û îstîhdamê teng bike an jî qanûna kar revize bike û her ku meseleyê nerm bike dê daxwazên wê zêde bibin. Divê mirov ji vê yekê re amade bin. Ez wisa bi bawerim ku sendîkayên karkeran jî di ferqa vê yêkê de ne. Dibe ku krîza vê nexweşiyê kêrî pergala kapîtalîst were, wê xurt bike û pişt re li serê me tam bike bela. Her du îhtîmal jî dê encamên cuda bi xwe re bînin. Ya rast sendîkayên karkeran, rêxistinên civaka sivîl û hemû beşên muxalefetê divê bibin yek û ji bo van metirsiyên kapîtalîzmê xwe amade bikin.”    ‘DIVÊ ÎNSAN XWEDÎ LI HEV DERKEVIN’    Gunok bal kişand ser piştevaniyê û wiha got: “Beşek ji me dixebitin û beşek ji me li malên xwe ne. Divê bêşik û bêguman dewlet dewlet piştevaniyek tam bide her kesî. Divê ku li şûna derve daxuyanî were dayîn, medya civakî baş were bikaranîn û hemû kar û çalakî li ser înternetê were kirin. Divê em di vê demê de li xwarin, vexwarin û li xwekirina xwe baldar bin. Em li xwarina xwe baldar bin wê ev bibe piştevaniya têkoşîna li dijî pergala kapîtalîzmê. Divê di vê dema nexweş de însan ji hev re bibin alîkar û xwedî li hev derkevin.”    MA/ Adnan Bîlen