Wê kî hesabê mirinê bide? 2020-04-07 09:01:55   RIHA - Wê îro li meclîsê hevdîtinên ji bo qanûna înfazê dest pê bikin. Lê belê girtiyên siyasî daxilî nav vê qanûnê nehatiye kirin. Xizmên girtiyan bertek nîşan dan û gotin: "Wê kî hesabê mirinê bide?"    Wê îro li meclîsê hevdîtinên ji bo qanûna înfazê dest pê bikin. Lê belê girtiyên siyasî daxilî nav vê qanûnê nehatine kirin. Xizmên girtiyên siyasî bertek nîşan dan û bang li her kesî kirin ku li ber vê yekê rabin.    ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHAN   Fîdan Karadag ku keça wê Remziye Karadag di Girtîgeha Jina ya Xarpêtê de, got: "Keça min ne sûcdar e, dîl hatiye girtin." Karadag, anî ziman ku zavayek wê jî girtiye û got, wê 5 meh şûnde cezayê keça wê biqede, lê belê niha ji ber du dosyeyên din ceza lê hatiye birîn. Karadag diyar kir ku ji ber van her du dosyeyan wê keça wê di girtîgehê de bimîne. Dayik Karadag, got: "Girtîgeh cezayê dîsîplînê li keça min dibire û bi vî awayî mafê wê yê telefonê asteng dike. Ji ber keça min û hevalên xwe bi kurdî stran gotine cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn. Şert û mercên girtîgehê pir zehmet in. Tevî keça min 3 kes di odeyekê de dimînin. Her meh carê yekê ji wan dibin dixin hucreyê. Dest datînin ser her tiştê wan. Tenê ranzayên wan hene."    'WÊ KÎ HESAB BIDE?'    Karadag, diyar kir ku di hevdîtina dawî de keça wê gotiye li girtîgehê li dijî vîrûsa coronayê tevdîrên cidî nayên girtin û got: "Keça min got, sgardiyans erê sibehê zû tên. Gava tên bê lepik û maske ne. Amûrên wan davêjin erdê û bi pêlaban pêl wan dikin. Heqaret û îşkence heye. Got, amûrên paqijiyê nadin wan û tiştên li kantînê jî pir buha ne. Nexweşîna qelb bi keça min re heye. Qelbê wê ditengije. Îjar heger ev vîrûs bi keça min bikeve wê karibe li ber xwe bide? Li wir keça min jiyana xwe ji dest bide wê kî ehsab bide?"    Dayik Karadag, ji bo qanûna înfazê ya nû jî destnîşan kir ku cihêkarî ye û ew ê qebûl nekin. Karadag, got: "Heger zarokên me jî daxilî nav vê qanûnê nekin em ê dakevin kuçeyan. Heger zarokên me bimirin em ê hesab ji dewletê bipirsin. Zarokên me li wir dimirin, lê li vira dest û piyê me girêdayiye. Divê em jî dakevin kuçeyan. Çawa di dema greva birçîbûnê de me wan bi tenê nehişt û em çûn ber girtîgehan kom bûn, divê em niha jî heman tiştî bikin. Em dixwazin zarokên me bên berdan. Divê ev qanûn ji bo her kesî wekhev be. Divê girtî hemû bên berdan. Bang li Wezîrê Dadê dikim. Çima cihêkariyî dikî? Bnag li her kesî dikim; divê girtî bên berdan."    RÊGEZA WEKHEVIYÊ    Firat Çakmak ku bavê wî Mûzaffer Çakmak ê U salî ji 9'ê Cotmeha 2019'an ve girtiye û di Girtîgehan Tîpa T a Rihayê de ye û got, bi vê qanûna înfazê re rêgeza wekheviyê hatiye binpêkirin. Çakmak, anî ziman ku KOAH û tansiyon bi bavê wî re heye û got, bavê wî di grûba rîskê de ye.    Çakmak, got: "Ji ber rewşa bavê min fikarên me hene. Dibêjin tevdîr hatine girtin, lê pir kifş e ku tevdîrên hatine girtin kêm in. Bavê min daxilî nav vê qanûna nû nekirine. Ev li dijî rêgeza wekheviyê ya Qanûna Bingehîn e. Bi vî awayî qanûna cihêkariyê hatiye binpêkirin. Bavê min nikare di girtîgehê de bimîne, demildest divê bê berdan."