‘Bi guhertina yasaya înfazê bi hezaran girtiyên siyasî terkî mirinê hatin kirin’ 2020-04-07 09:00:34 AMED – Parlamantera HDP’ê Nûran Îmîr diyar kir ku bi guhertina yasaya înfazê ku girtiyên siyasî daxil nekirine tê armanca bi hezaran girtî terkî mirinê werin kirin û dê destûr nedin vê yekê.    Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, guhertina yasaya înfazê ya di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de derbas bû û ku girtiyên siyasî derveyî guhertinê hatin hiştin nirxand. Îmîr diyar kir ku guhertina yasayê binpêkirina maf e û dê bi vê yekê bi hezaran girtî terkî mirinê werin kirin.    ‘PERGALEK ÛCÛBE YE’    Îmîr destnîşan kir ku hemû girtiyên ji ber fikr û ramanên azad hatine girtin derveyî guhertinê hatine hiştin û got: “AKP pergala xwe ya bi salan carek din sepand. Carek din got ‘yên ne ji me ne terorîst’ îlan kir. Wekîlên AKP û MHP’ê êdî bi dest rakirinê û danînê re hene. Ev yek jî encama pergala wan serokatiyê ya ûcûbe ye. Heke yasayek di qesrê de derbas bibe temam e, ne hewceyî Destûra Bingehîn e. Her ku guhertinek yasayî pêk tên di warê hiqûqî de binpêkirina mafê welatiyan e. Hiqûq di bin kontrola îqtîdarê de ye. Serxwebûn û bêalîbûna hiqûqê û darazê maneya xwe winda kiriye. Êdî ne serbixwebûn û ne jî bêalîbûn maye.”    ‘TERKÎ MIRINÊ HATIN KIRIN’    Îmîr destnîşan kir ku divê ji ber vayrûsa koronayê îqtîdar wek wîjdan refleksek însanî nîşan bide û got: “Muxalefet, rêxistinên civakî yên sivîl û baroyan ji bo di vê guhertina yasayê de wehevî pêk were, denge xwe gihandin dinyayê û saziyên navnetewî jî ji bo vê yekê daxuyanî dan. Lê AKP bi ya xwe kir. Lig elek welatan ji ber şewbê girtî hatin berdan. Lê îqtîdara AKP di bin navê ‘sûcên terorê’ de cudakariyê pêk anî û bi hezaran girtiyên siyasî terkî mirinê kir. Îqtîdara AKP’ê tenê dixwaze hegomonya xwe bi hêz bike. Ji bo vê yekê jî heta îro zirxa darazê bikar anî û bikar tîne jî. Daraz êdî veguheriye darazek îqtîdarê. Em vê yekê di her biryara wan de dibînin. Tenê di destê wan de tiştek maye qedexekirin û cezakirin e.”    ‘DIVÊ WEKHEVÎ PÊK WERE’    Îmîr anî ziman ku divê ji bo girtiyên ji ber raman û fikrên xwe girtî ne demildest wekhevî pêk were û îqtîdara AKP û MHP’ê şewba koronayê ji xwe re veguherandiye fersendekê û lê ew ê destûrê nedin fersendên AKP’ê û MHP’ê.    MA / Arjîn DÎlek Oncel