Karkerê bi vîrûsê ket nexistin karantînayê 2020-04-06 16:21:09 STENBOL - Karkerê înşaetê yê bi vîrûsê ket, bi 4 hevalên xwe yên ji kar hatin derxistin re ji ber ku cihekê wan tuneye lê bimînin, di wesayîta xwe ya li parkê de dimînin. Karkerê bi vîrûsê ket ji bo ku wî bixin karantînayê çû nexweşxanê, lê ji wî re gotin “Tu bi xwe, xwe bêxe karantînayê.” 5 karkerên berî du mehan ji bo kar ji Erziromê hatin Stenbolê, li şantiya Înşaeta Toyanex dest bi kar kirin. Yek ji karkerên di nava wan de bi vîrûsa koronayê ket, di 3’yê Nîsanê de ji kar hat derxistin. Karkeran ji ber qedexeya çûyîn û hatinê ya di navbera bajaran de nekarîn paşve vegerîn bajarên xwe. Karker, ji roja Înê ve ji ber ku cihekê ku lê bimînin tuneye, di wesayîta xwe de dimîn in. Me xwe gihand yek ji van karkeran Ozkan Guven. Guven, diyar kir ku encama testa hevalê wan piştî 11 rojan derket û wan jî li ser vê yekê testên çêkirin.   Guven, da zanîn ku dema ji bo testa xwe çêbikin çûn nexweşxanê, ji aliyê rayedarên şîrketê ve ji kar hatin derxistin û wiha axivî: “Ne cihekê me yê ku em lê bimînin heye, ne jî destûra me ya ku em vegerîn bajarên xwe heye.”   KERKERÊ TESTA WÎ POZÎTÎF FERKET NEGIRTIN NEXWEŞXANÊ   Guven, da zanîn ku ji ber cihekê li bimînin tuneye, bi hevalê xwe yê testa wî pozîtîf derketî re di wesayîta xwe de dimînin û wiha got: “Me hevalê xwe yê nexweş bir Nexweşxaneya Qanûnî Sûltan Suleyman a li Halkaliyê û ji bijîşkan re got ‘testa hevalê me pozîtîf derketiye. Cihekê wî tuneye lê bimîne. Divê bikeve karantînayê.’ Lê bijîşkan ji me re gotin hûn bi xwe wî bikin karantînayê. Ji ber vê me bi bijişk re nîqaş kir. Dûre me hevalê xwe danî nexweşxanê û em derketin. Lê derdora saet 09.00’an cardin li min geriya û got ew negirtine nexweşxanê. Em neçar man ku paşve biçin hevalê xwe ji wir bigirin.”   ‘EM CARDIN DI WESAYÎTÊ DE BI HEVRE MAN’   Guven, dest nîşan kir ku wan dûre rewşa xwe kişandin vîdeoyê, di medya civakî de parve kirin û wiha bilêv kir: “Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî xwe gihand me. Pişt re Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) em birin li otelekê bi cih kirin. Lê em îro neçar man ku ji otelê jî derbikin. Niha em dîsa di wesayîta xwe de dimîn in.”   SAZIYAN EM ARASTEYÊ HEV KIRIN   Guven, da xuyakirin ku ji bo belgeya destûra geştê bigirin, li Walîtiya Stenbolê geriyan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Walîtiyê em arasteyê 184, wan jî em arasteyî şaredariyê kirin û şaredariyê jî em arasteyî cihên din kirin. Bi vê awayî em ewiqandin. Ji bo cihekê ku em lê bimînin em li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî geriya. Lê wan jî gotin ‘Me ji bilî kesên ji 18 salî biçûktir û 65 salî mezintir bi cih nakin. Cihê mayînê nemaye. Em cih ji personelên xwe jî nabîn in.’”