Ji Kongreya Înşaya Dersimê kampanya piştevaniyê 2020-04-06 13:25:53   ENQERE – Kongreya Înşaya Dersimê, li dijî vîrûsa koronayê “Kampanyaya waûbirayêna çêyan-Kampanya Malbata Xwişk-Bira” da destpêkirin.   Kongreya Înşaya Dersimê ku navenda wê li Almanyayê ye, ragihand ku ji bo li dijî vîrûsa koronayê piştevaniyê bi rêxistin bike, “Kampanyaya waûbirayêna çêyan-Kampanya Malbata Xwişk-Bira” daye destpêkirin. Wê destpêkê kongre 3 mehan berdewam bike û bi Rêxistina HDP’ê ya Bajar re bi awayekî hevpar bixebitin. Hat ragihandin ku ji bo kampanyayê li navend û navçeyên Dersimê komîsyon hatine damezrandin.   MIROV TERKÎ MIRINÊ TÊN KIRIN   Kongreyê kampanya xwe bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand û diyar kir ku li Tirkiyeyê zelalî û bergiriyên ji bo vîrûsa koronayê kêm in û ev tişt got: “Bi milyonan mirov ji bêkarî û vîrûsê bi bandor bûne. Aşkera ya ku wê mexdûrên vê pandemiyê bibin kesên xîzan ku ewlehiya wan a civakî tuneye. Li welatên pêşketî, dewlet mesrefên tenduristî, kire, xwarin, vexwarin, av û ceyranê yên welatiyên xwe dibersivînin, lê li Tirkiyeyê ji bo pere ji welatiyan bê girtin, kampanya hat destpêkirin. Mirov terkî birçîbûn û mirinê tên kirin.” Kongreyê di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku li bajarên herêmê rewş hê nebaştir e û mirov bê parastin hatine hiştin û ev bang kir: “Piştevanî ne parvekirina tiştên zêde, bi parvekirina titşên heyî pêkan e. Dersimiyên ku li Dîasporayê dixebitin, divê mirovên me yên ku li Dersima mezin (Ji Qoçgirî heta Gumgumê) dijîn û rewşeke zor de ne muhtacî dewletê nekin. Bi hêza piştevaniyê em vê pirsgirêkê çareser bikin.   ‘LOQA XWE BO CÎRANÊ XWE RE PARVE BIKE’   Di berdewama daxuyaniyê de têkildarî hûrgiliyên kampanyayê ev agahî hatin dayîn: “Wê destpêkê kampanya 3 meh berdewam bike. Li gorî hêza xwe herkes dikare malbat an hî 2 malbat ji xwe re weke malbata xwişk-bira hilbijêr e. Wê ji bo serkeftina kampanyayê bi Rêxistinê HDP’ê ya Dersimê re hevkarî bê kirin. Bi vê armancê li navend û navçeyên Dersimê komîsyon hatine avakirin. Wê ev komîsyon mirovên xîzan tespit bikin û bigihînin malbatên xişk-bira. Mehê 500 TL ji bo mesrefa mitbaxê bikeve hesabê malbata xwişk-bira. Wê mesrefa 100 malbatên xîzan a 3 mehan bê bersivandin. Ji bo parastina rûmeta mirovên me yên xîzan piştgirî bide kampanyayê û kampanyayê mezin bike! Loqme xo cirane xo de bareke!”   Kesên ku dixwazin tevlî kampanyayê bibin û piştgirî bidin, dikarin xwe bi ser vê navnîşanê kampanyaciraniye@hotmail.com bigihînin Kongreya Înşaya Dersimê.