Li Dersimê Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira dest pê kir 2020-04-06 13:05:05   DERSIM - Rêxistina HDP’ê ya Dersimê, di çarçoveya têkoşîna li dijî şewba vîrûsa koronayê de, dest bi Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira kir. HDP’ê ji bo vê kampanyayê Desteya Koordînasyona Piştevaniya Malbatê ya Xwişk û Bira ava kir.   Desteya Koordînasyona Piştevaniya Malbatê ya Xwişk û Bira ya ji aliyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Dersimê ve hat vakirin, daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li hemû kesî kir ku hêzê bidin kampanyayê. Di daxuyaniya hat kirin de wiha hat gotin: “Vîrûsa koronayê hemû cîhan kiriye bin bandora xwe û em ji ber vê di pêvajoyek zor û zehmet re derbas dibin. Vîrûs herî zêde li gelên xizan û kedkaran dixe. Wisa xuya dike ku krîza vîrûsê wê di demek nêz de çareser nebe û ger çareser bibe jî wê krîzên nû bi xwe re bîne. AKP’a ku li ber çavên gelên Tirkiyeyê reş bûye, bi vîrûsa koronayê dixwaze rewabûna xwe ji nû de qezenc bike.”   BANGA PIŞTEVANÎYÊ   Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Navenda Giştî ya HDP’ê li tevahiya bajarên Tirkiyeyê det bi Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira kiriye û wiha hat gotin: “Em jî di vê çarçoveyê de, weke rêxistina HDP’ê ya Dersimê, dest bi kampanyayê dikin. Ji bo ve me koordinasyon ava kir û rêveberiya vê koordinasyona me ji 6 kesan pêk tê. Di vê pêvajoyê de emê malbatên pêwîstiya wan bi alîkariyê heye diyar bikin û hewl bidin bi felsefeya destê ku bide, destê din nebîne tevbigerin û pêdiviyên malbatên xwe pêşwazî bikin. Ji bo vê yekê em banga piştevaniyê li hemû Dersimiyan dikin.”