Qeyûm zimanzan Zana Farqînî ji kar derxist 2020-04-06 12:45:56   ÊLIH – Qeyûmê tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, zimanzan Zana Farqînî ji kar derxist. Farqînî derxistina xwe ya ji kar wek darbeyek li dijî ziman, çand û hunera kurdî nirxand.    Li Şaredariya Êlihê piştî sosreta rakirina zimanê kurdî ya ji malpera webê ya şaredariyê, niha jî qeyûm, zimanzan, nivîskar û wergêrê kurd Zana Farqînî ji kar derxist. Şaredariya Êlihê li ser berteka xelkê neçar mabû ku kurdî carek din li malpera xwe bar bike, lê belê karkeran ji kar derxist. Li gel Farqînî qeyûm dawî li karê du kesên din jî anî. Farqînî da zanîn ku ew li destûra îdarî bûye û li destûrê hîn bûye ku ji kar hatiye derxistin û di 3’ê nîsanê de jê re hatiye ragihandin ku ji kar derxistine. Farqînî derxistina xwe ya ji kar wek darbeyek li dijî ziman, çand û hunera kurdî nirxand.   XEBATÊN WAN NÎVCO MAN    Farqînî anî ziman ku ew ji bo xebatên zimanê kurdî li şaredariyê dest bi kar kiribû û wiha got: “Di 1’ê nîsanê de me ji kar derxistine. Di 3’ê nîsanê de ji me re ragihandin ku em ji kar derxistine. Du kesên din jî li gel min derxistine. Ez dixwazim vê yekê destnîşan bikim; ez ji ber vayrûsa koronayê li destûra îdarî bûm û di serdemek wiha de min ji kar derxistin. Lê belê ev tişt ne girîng in. Ya girîng ew e ku zimanê kurdî ye. Ka em ê lê binêrin dê ji niha şûn ve jibo ziman û çanda kurdî wê çiqas xebat werin kirin. Bi taybetî em ê ji bo zarok û folklora kurdî bixebitiyana. Me yê ji bo folklora kurdî dest bi xebatên perwerdehiyê bikira. Me dest bi xebatên perwerdehiya kurdî kiribû. Projeyek me ya berfireh hebû. Yek ji vana amadekirina Ferhenga Zimanê Kurdî bû. Bi taybetî jî ev amadekarî ji bo zaravayî kurmancî bû. Yekem car bû ku ji bo hemû ferhengên kurdî xebatek ango gavek bibûya dîjîtal hatibû avêtin. Me beriya du sê meh berê dest pê kiribû.”    ‘JI BO KURDÎ LI ŞAREDARIYÊ BIQEDE’    Farqînî destnîşan kir ku wan di bin banê Şaredariya Êlihê de xebatek berfireh û domdirêj a ziman 3u çanda kurdî danîbûn pêşiya xwe û got: “Bi vê sepana mudaxelekirina malpera kurdî, derxistina me ya ji kar nayê wê maneyê ku wê xebatên ziman û çandê nîvco bimînin. Vê yekê kirin ku êdî di şaredariyê de biz iman û çanda kurdî ve eleqedar nebe.”    'BÊTEHAMULÎ Û DARBEYA LI DIJÎ ZIMAN Û ÇANDA ME YE’    Farqînî da zanîn ku di van rojên dijwar ên koronaya kujer de jî dewlet dawî li karê însanan tîne û got: “Tenê ne dam û dezgehên taybet di pêvajoyek karkeran ji kar derdixe di heman demê de dewlet jî di pêvajoyek wiha krîtîk de dawî li îşê însanan tîne. Ez vê yekê wek bêtehamûlî û darbeya li dijî ziman, çand û hunera kurdî dinirxînim.”    MA / Metîn Yoksû