Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bergiriyan pêşî li Kovîd-19'ê girt 2020-04-06 10:47:11   KOBANÊ – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku weqayên vîrûsa koronayê nehatine ditîn, Lîjneya Zanîstê hat avakirin. Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Firatê Dr. Ehmed Mehmûd , diyar kir ku ji ber bergiriyên ku di dema xwe de hatine girtin vîrûsê derbasî herêma wan nebûye.   Vîrûsa koronayê ku gef li hemû Cîhanê dixwe û hê jê re tu çareyek nehatiye dîtin, her roj hejmara kesên kup ê jiyana xwe ji des didin zêde dibe. Yek ji cihên ku vîrûsa koronayê lê nehatiye dîtin, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û ji roja destpêkê ve bergiriyên ku lê tên girtin, bi awayekî micid tên berdewamkirin. Tê gotin ku dê li herêmê dema qedexeya derketine derve bê dirêjkirin. Dîsa ji bo têkoşîna li dijî vîrûsê, lîjneyeke ku ji 12 bijîjkan pêk tê, hat avakirin.   WEQA TUNENE   Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Firatê Dr. Ehmed Mehmûd ku di lîjneya hatiye avakirin de cih digire, diyar kir ku bi derfetên xwe yêm kêm li dijî vîrûsê têkoşîneke bi bandor didin û wiha got: “Lê herêmê hê jî weqa nehatine dîtin. Me li gorî her herêm û bajarî bergiriyên cûda kiriye meriyetê. Me li Kobanê ji bo qarantînayê 3 cih ava kirine. Her wiha ji bo ku bi awayekî lezgîn tevbigerin me komên tenduristiyê ava kiriye. Ji bo vê yekê me qeteke ragihandinê diyar kir û bi hemû gelê xwe re parve kir. Di vê rewşê de heke tiştek bibe, dê komên me li gorî rewşa nexweş pê re mudaxale bikin. Komên me heta îro li gelek deveran geriyan lê li tu cihî weqa tespit nekirin.”   TESTKIRINA BI KÎT’ÊN HATINE HILBERANDIN   Mehmud, diyar kir ku ji ber ku zû bergiriyan girtine, vîrûs derbasî herêma wan nebûye û ev tişt got: “Me deriyên sînoran ji têketin û derketinê re girtî ye. Bêyî ku vîrûs derbasî herêma me bibe em ketin nav liv û tevgerê. Me bi qedexeya derketina derve bergirî girt. Lê gel vê em bi kîtên ku me li dijî vîrûsê hilberand testan dikin. Niha beşeke ji van kît’a me aniye vir. Ez bawerim dê ev rewş hinek jî bidome. Em hê jî li meseya qrîzê ku me ava kiriye vê yekê nîqaş dikin. Lê dibe ku em dema qedexeya derketina derve dirêj bikin. Daxwaza me ji gelê me ew e ku ji bo niha ji mala xwe dernekevin. Ev ji bo tenduristiya wan girîng e.”   BERNAME HAT DIYARKIRIN   Di berdewama axaftina xwe de Mehmûd, têkildarî Lîjneya Zanîstê ku ava kirine jî axivî û diyar kir ku pêşengiya xebatê Wezareta Tenduristiyê dike. Mehmûd, armanca lîjneyê jî wiha vegot: “Me weke lîjne bernameyek amade kir. Me biryara, di rewşeke muhtemel de çawa tevbigerin, girt. Heke weqa hebe divê kîngê bikevin bin qarantînayê, wê kîjan derman bên bikaranîn, wê li malê yan jî li cihê qarantînayê bê mudaxalekirin, nexweşîna heyî vîrûsê ya ne, wê bi temamî ev bi ast ast ji aliyê lîjneyê ve bên diyarkirin û li gorî vê yekê bê berdewamkirin. Her wiha em ê weke lîjne li dijî vîrûsê, ji bo hilberandina çareseriyê jî xebatan bimeşînin. Li gorî derfetên xwe rêyên ku em jî li serê dixebitin hene.”   MA / Nazim Daştan