Li Amedê heta niha tenê 400 test hatine kirin 2020-04-06 10:40:36   AMED – Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîken diyar kir ku heta niha 400 testên koronayê li Amedê hatine kirin û ev test kêm in û ji bo pêşî lê girtina koronayê divê test bêtir bên kirin.    Li Kurdistan û Tirkiyê her ku diçe vîrûsa koronayê belav dibe û tesîrek neyînî li pey xwe tîne. Xebatkarên tenduristiyê û bijîşk ji bo Amedê hişyariyên kêmasiya tenduristiyê dikin. Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Şaxa Amedê Şiyar Guldîken bal kişand ser pirsgirêkên xebatkarên tenduristiyê û kêmasiya tevdîrên koronayê.    Guldîken bal kişand ser şert û mercên xebatkarên tenduristiyê û got: “Berê jî ji bo şertên xebatkaran werin rast kirin rexneyên me hebûn. Li gorî amarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê serê bijîşkekî 341 nexweş dikevin lê li Tirkiyê serê bijîşkek 498 nexweş dikevin. Dema em li vê amarê dinêrin şertên xebatkarên tenduristiyê yên Tirkiyê ya nebaş eşkere dike. Bi deh hezaran xebatkarên tenduristiyê li benda tayînkirinê ne. Lê ji ber lêpirsînên ewlehiyê nayên tayînkirin. Bi vê şewbê re barê xebatkarên tenduristiyê zêdetir bû û mobîng hin bêtir bû.”   ‘DIVÊ BERIYA HER TIŞTÎ ŞERTÊ XEBATKARAN WERE BAŞKIRIN’    Guldîken bal kişand ser kêmasiya kelûpelên tenduristiyê yên nexweşxaneyan û wiha got: “Lepik, maske, dezenfektan, berçavk, tilim û kelûpelên wiha yên parastinê kêm in. Lê divê beriya her tiştî şertên xebatkaran were sererastkirin. Xebatkarên tenduristiyê yên li bajêr tenê ne xwe û malbata xwe, her kesî difikirin û wisa dixebitin. Bi qasî her kesî hemû plansaziya jiyana xebatkarên tenduristiyê ya xebatkarên tenduristiyê jî xera bû. Mirov nikare qala jiyana xebatkarên tenduristiyê ya baş bike. Mixabin jiyana wan nîne. Lê ev çalakiya çepikan a ji bo xebatkaran, samîm nîne û şikandinê dide destpêkirin. Xebatkar nikarin biçin malên xwe, li odeyên yek kesî dimînin. Her mijarê de em endamên xwe agahdar dikin.”   ‘PÊDIVÎ HIN BÊTIR BI TESTAN HEYE’   Guldîken destnîşan kir ku heta niha li Amedê 400 test hatine kirin û wiha got: “Lê belê ev hejmar ne zelal e. Çimkî pêvajoyek zelal a amaran nîne. Divê hin bêtir test werin kirin. Tecrûbeyên cîhanê vê yekê ji me re dibêjin; çiqas test werin kirin ewqas teşhîs tê kirin. Her ku test werin kirin filyasyon yanî rewşa belavbûna nexweşê jî ewqas zûtir were kontrolkirin.”    MA / Mehmet Şah Orûç