ROJEVA 06'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-06 09:00:10       * Endama Lîjneya Rêveberiya CÎSST'ê Berîvan Korkut, anî ziman ku guhertina zagona înfazê daxwazên wan napersivine û wiha got: "Dibe ku bi vê guhertinê li girîgehan pêlê serhildanê pêş bikeve. Daxwaza efûya giştî mecbûriyetek bi lez û bez e."    * Li Stenbolê xizmetkarên tenduristiyê di nava şert û mercên zor û bê parastin de xizmetê dikin. Ji ber maske, lepik û cilên parastinê kêm in, di bin rîska şewbê de kar dikin. Xizmetkarên ku di nava şertên giran de xizmeta tenduristiyê didin, diyar kirin ku bi çend heb zeytûn, çend dendî penêr û lepek nan ji sibê heta êvarî kar dikin. Kedkarên tenduristiyê raste tarst terkî mirinê dikin.    * Nûnerên xebatkarên tenduristiyê û şaredariyê diyar kirin ku karker ji ber şewba vîrûsa corona di bin rîskekî mezin de kar dikin, lê dîsa ekîpmanên parastinê nadin karkeran.    * Parlamenterê CHP'ê û hiqûqnas Sezgîn Tanrikulu, têkildarî qanûna înfazê ya ji aliyê Komîsyona Edaletê ve hat qebûlkirin, rexne û fikarên xwe anîn ziman. Tanrikulu, diyar kir ku ev guhertin dê sibê pirsgirêkên mezintir bi xwe re bîne û ev xalên hatin guhertin nayên qebûlkirin.    * Serokê Baroya Stenbolmê Mehmet Durakoglu, bertek nîşanî zagona înfazê ya di Komîsyona  Edaletê re derbas bû da û wiha got: "Yên ku divê bên berdan girtî ne. Ev guherdin armanc dike ku kesên girtî bimîne wan serbest berde. Ev yek dij demokratîk e. Bifikirin yên ji ber fikrê girtî ne dê dîsa girtî bimînin. Lê yên mirov kuştibin, sucên tiryakê dê bêne berdan."    * Sekreterê Gişti yê Odeya Tabîban a Îzmirê Lutfî Çamli, diyar kir ku hêj malzemeyên ku xebatkarên tenduristiyê biparêzin nehatine û wiha got: "Daneyên di destên me de û daneyên wezaretê hev nagirin."    * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê, malê neguhêzbar ê nirxê wê bi 5 Mîlyon TL ye ku berê 2 caran derxist îhalê û nehatibû firotin, carek din derxistin firotin.   * Sekreterê Rêxistina Înşaetê-Îş’ê Yûnûs Ozgur, diyar kir ku teahûdnameya “Ger di xebatê de, ez bi vîrûsa korona bikevim berpirsiyarê wê ezim” bi karkerên înşaetê didin îmze kirin û got: “Tekane çareserî karker derkevin destûra bi mûçekar û şantiye bên girtine.”