ÇHD: 2 parêzerên girtî dest bi rojiya mirinê kirin 2020-04-05 16:33:07   STENBOL - Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), bi wesîleya Roja Parêzeran, daxuyanî dan û diyar kirin ku parêzerên girtî Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal yên di gireva birçîbûnê de bûn, çalakiya xwe derbasî rojiya mirinê kirine.    Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), bi wesîleya 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran li ser hesabê medya civakî daxuyanî dan. ÇHD'ê diyar kir ku 4 parêzerên girtî yên ketibûn greva birçîbûnê jê 2 parêzeran çalakiya greva birçîbûnê derbasî rojiya mirinê kirine. Cîgirê Serokê Giştî yê ÇHD'ê Umît Buyukdag daxuyanî da. Nûner û endamên Buroya Hiqûqê ya Gel, Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, (TÎHV), Komeleya Mafên Mirovan (İHD), Hiqûqnasên ji bo Edaletê, Nobeta Edaletê, Înîsiyatifa Parêzeran, Sendîkaya Parêzeran, Koma Parêzeran a Hemdem, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê, HDP, CHP amade bûn.    KESÊN JI BER VÎRÛSÊ JIYANA XWE JI DESTA DANE KOMKUJIYA KAPÎLATÎZMA HAR E    Buyukdag, diyar kir ku dema wan ev daxuyanî dinivîsî, li tevahiya cîhanê ji ber vîrûsa corona 54 hezar û 226 mirovan jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Dîsa hunermend û endama Koma Grup Yorum Helin Bölek  nefesa xwe ya dawî da. Em kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane, wekî mirinek xwezayî nabînin. Em wekî komkujiya girseyî ya kapitalizma har dibînin. Mirina Hêlîn jî perçeyeke vê yekê ye. Ev pergal her roj me bi şiklekî qetil dike. Em wekî parêzerê ÇHD’'ê ji roja em hatine sazkirin heta niha li gel karker, kedkar û gel cihê xwe digirin. Li dijî zordaran disekinin û têdikoşin. Îro 5'ê nîsanê Li Tirkiyeye Roja Parêzeran e. Lê Hiqûq tune. Daraz bûye parodiye. Îro 8 hempîşeyên me û serokê komeleya me jî di navde girtî nin. 4 hem ji wan heta niha di greva birçîbûnê de bûn. Em ji tenduristiya wan bi fikar in. 2 parêzeran dest bi rojîya mirinê kir. Parêzer Ebru Timtik û Parêzer Aytaç Unsal, çalakiyagreva birçîbune kirin çalakiya rojiya mirinê. Em tu pîrozbahiyan  qebûl nakin. 5'ê nîsanê roja têkoşînkê ye. Em bang dikin ku li pêş mirinê bibin asteng. Em li daxwazên wan ên edaletê xwedi derkevin. "