Îdîaya gardiyan li girtî xist 2020-04-05 13:53:36 ÎZMÎR - Girtiyê li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 3 a Şakranê Burhan Ozmuş, bi rêya telefonê agahî da malbata xwe û diyar kir ku gardiyan li wî xistiye.    Girtiyê li kawîşa B-9 a Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 3 a Şakrana Alîaga ya Îzmirê girtî ye Burhan Ozmuş, bi rêya malbatê bal kişand ser binpêkirina mafan. Girtî Burhan Ozmuş ê 24 salî bi rêya telefonê bi malbatê re axivî û destnîşan kir ku gerdiyanan li wî xistiye. Burhan Ozmuş, di 1'ê Nisanê de bi bavê xwe Cihan Ozmuş re axivî û diyar kir ku nêzî 15 gardiyanan bi hinceta "Di telefonê de dengê xwe bilind kiriye" li wî xistine. Ozmuş, anî ziman ku piştî telefon girtiye nêzî 15 gardiyan hatine cem wî û li wî xistine û piştre ew rakirine nexweşxaneyê. Ozmuş anî ziman ku niha rewşa wî nebaş e."    Bav Cihan Ozmuş, diyar kir ku ewlehiya kurê wî tune û ji Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê alîkariya hiqûqî zagonî xwest. Bav Ozmuş, anî ziman ku dê sibê serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê bide û gilî bike.