Gergerlîoglu: Zagona înfazê ne li gorî heq e 2020-04-05 10:26:50   STENBOL - Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, diyar kir ku qanûna înfazê ya di Komîsyona Edaletê re derbas bû ne li gorî heq e û wiha got: “Dê bi vê zagonê bixwazin girtî bêdeng bimînin. Ger ku pirsgirekek çêbibe, tê wateya ku dê girtî bişewitin."    Zagona înfazê ji aliyê AKP û MHP'ê ve hat amadekirin û di Komîsyona Edaletê re derbas kirin. Zagona înfazê ku ji 70 xalan pêk tê, bêtir mafên girtiyên edlî digire dest û girtiyên siyasî li dervê mafan hatin hiştin. Têkildarî zagonê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu, nirxandin kir. Gergerlîoglu, anî ziman ku ev pêkanînek cudakar e û wiha got: "Ev zagona înfazê ji daxwazên me re nebû bersîv. Ji ber ku ev zagona înfazê ne li gorî heq û edaletê ye. Li vir erkên mezin dide Hekîmê înfazê. Dîsa erkên mezin dide saziya çavdêriya girtîgehan. Mixabin li Tirkiye daraz ne serbixwe ye. Saziyên çavdêriyê dê b biryarên girîng, der barê hin sucdaran de cezayên ne edlî bidin. Bi vê guhertinê hin kesên sûcê wan diyar dê karibin sûdê bigirin."    'DIXWAZIN QEDEXEYAN BIKIN ZAGONÎ'    Gergerlîoglu, anî ziman ku dixwazin qedexeyên fîîlî yên li ser pirtûk, rojname û ragihandinê û wiha got: "Dixwazin qedexeyên fîîlî bikin zagonî. Weşanên muxalif nadin girtîgehan. Mixabin rojnameyên Yen^s Yaşam û Evrenselê nadin girtiyan. Ji bo karibin rojnameyan bidin Girtîgehan, xala ku 'divê ev rojname karibin heqê îlan û reklamê ji Lijneya Îlana Çapemeniyê qezenç bike' lê zêde kirin. Lê em dizanin ku ji ber sedemên siyasî hin rojname nikarin îlanan ji saziya îlanê îlan bistîne. Bi vê yekê dê qedexe û astengiya li ser rojnameyan bikin zagonî. Ji xwe heta niha bi taybetî weşanên Kurdî nedixistin girtîgehan. Dê bi vê zagonê êdî qedexe û astengiyan bikin zagonî."    'SÛCÊ FIKRÊ DÊ WEKÎ SÛCÊ TERORÊ BÊN NIRXANDIN'    Gergerlîoglu, destnîşan kir ku dê bi vê guhertinê sûcê fikrê wekî sûcê terorê binirxînin û got: "Mesele sûcê îstîsna çiye? Mesela teror. Mirovê difikire. Em bêjin kesek ji ber parvekirina twetekê kari bê darizanin û cezakirin. Ev dikeve sûcê terorê. Sûcê fikrê wekî sûcê terorê dê bên dîtin. Ev biryar li dijî mafên mirovan in. Îqtidara ku duh digot ji ber mafên mirovan mexdûr bûye, îro ew bi xwe mafên mirovan binpê dike."    MA / Ferhat Çelik