Hiqûqnas Alataş: Pergala edaletê ya dewletê bi giştî îflas kiriye 2020-04-05 09:24:00   ENQERE - Hiqûqnas Yûsûf Alataş, pêşnûmeya înfazê ya di Komîsyona Meclîsê de hat qebûlkirin şîrove kir û got: “Ger li welatekê dibin talûkeya şewbê de jî pêvana wekheviyê nayê bi cih anîn, wê demê li wî welatî ne hiqûq û ne jî edalet maye. Yanî pergala edaletê ya dewletê bi giştî îflas kiriye.”   Pêşnûmeya Qanûna Înfazê ya ji 70 madeyan pêk tê ya ji aliye AKP û MHP’ê ve hatibû amedekirin di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de hat qebûlkirin. Girtiyên siyasî ji derveyî vê qanûna înfazê hatin hiştin. Bertekên li dijî vê yekê dewam dikin.   Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yê berê Yûsûf Alataş ê 46 salin parêzertiyê dike, qanûna înfazê ya di Meclîsê hat qebûlkirin şîrove kir. Alataş, diyar kir ku li Tirkiyeyê her tim di navbera girtiyên siyasî û girtiyên edlî de ferqek mezin heye û wiha axivî: “Ev pergal li dijî kesên ji ber fikir û ramanên xwe yên siyasî di girtîgehan dene, tevdiger. Desthilatdariyê ji ber vîrûsa koronayê xwest hejmara di girtîgehan de kêm bike û ji bo vê lez da pêşnûmeya înfazê. Armanc parastina mafê jiyana mirovan e. Ger armanc parastina mafê mirovan be, wê demê divê ev ji bo hemû kesî derbas dar be. Ne di qanûna bingehîn de û ne jî di hiqûqa navneteweyî de nabe ku cudakarî bikeve navbera mafê jiyanê yê mirovan. Wê demê divê maf û derfetên wekhev ji bo hemû kesan bê naskirin.”   ‘EDALETÊ ÎFLAS KIRIYE’   Alataş, da zanîn ku di pêşnûmeya nû de, kesên sûcên herî giran kirine jî, wê bên berdan û wiha got: “Lê kesên ji ber fikir û ramên xwe yên polîtîk dê neyin berdan. Wê bi deh hezaran girtî û hikûmxarên siyasî yên tenê mûxalîftî kirine neyin berdan. Teqez ev rewşekê ku nayê qebûlkirine. Belê di qanûnên me de darvekirin tuneye, lê bi vî awayî em wan darve dikin. Ev tê wê wateyê. AKP û MHP’ê vîrûsa koronayê ji bo xwe veguhertin fersendê û ji bo endamên çetayan bên berdan ev pêşnûmeya nû amade kirin. Kesekê ku qet sûc nekiribe wê di girtîgehê de bimîne. Ger li welatekê dibin talûkeya şewbê de jî pêvana wekheviyê nayê bi cih anîn, wê demê li wî welatî ne hiqûq û ne jî edalet maye. Yanî pergala edaletê ya dewletê bi giştî îflas kiriye.”   GELO FIKRÊN CIVAKÊ GIRTIN?   Parêzer Alataş, dest nîşan kir ku derbar pêşnûmeya di Meclîsê hat qebûlkirin bi tu awayî fikrê civakê nehat girtin û wiha bi dawî kir: “Têkildarî rewş û pirsgirêkên girtîgehan qet agahî nayin parvekirin. Gelo bergirî hatine girtin ku hatibin girtin di kîjan astê deye ne diyare. Dema ku rewş wiha, wê demê pêşnûmeyên înfazê bi tercîhên siyasî re dimîne. Wê ji girtîgehan 90 hezar kes bên berdan. Gelo mafê jiyanê yên di girtîgehan de bimînin tuneye? Kanê darvekirin tune bû? Gelo mafê jiyanê yê hin kesan ji wan girtin, bi cezayê darvekirinê re ne yeke? Heman tişte. Ev mijar di raya giştî de tê nîqaşkirin. Pirsên weke di girtîgehan de rewş çiye? Pêdivî çine? Ji bo pêşwazîkirina van pêdiviyan divê çi bê kirin? Lê fikir û ramanê civakê nayê girtin. Di parlamentoyê de rêveberî serdest e. Bi tena serê xwe amade dikin, pêşkêş dikin, didin qebûl kirin û derdixin.”   MA / Bêrîvan Altan