Tûran: Bêbesîretiya îqtidarê gel mehkûmî coronayê kir 2020-04-05 09:04:25   MÊRSÎN - Parlementerê HDP'ê Ridvan Tûran, anî ziman ku îqtidar ji serî de weqayên rasteqîn ên der barê şewba coronayê de vedişêre û got, bêbesîretiya îqtidarê gel mehkûmî vîrûsa coronayê kiriye.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrsînê Ridvan Tûran, tevdîrên îqtidarê yên li dijî vîrûsa coronayê (Covîd-19) û pêkanînên wê yên di vî warî de rexne kirin.    Tûran, anî ziman ku îqtidarê li dijî şewbê tevdîrên diviya bigire negirtine û tevkariyê bi rêxistinên pîşeyî re nake. Tûran, diyar kir ku ji nedîtî ve hatiye û ji ber vê vîrûs li tevahiya welêt belav bûye. Tûran, got: "Pandemiyeke ev qasî mezin heye, lê hûn radibin van rêxistinên xwedî potansiyeleke mezin daxilî nav vê pêvajoyê nakin. Ma mimkun e bi vî awayî pirsgirêk hel bibe?"    Her wiha Tûran destnîşan kir ku hikûmet rastiyên der barê şewbê de manîpule dike û got: "A rast me hemûyan dît ku li dijî pandemiyê baş natêkoşin, bi awayekî sîstematîk weqayan vedişêrin, ji dêvla rê û dirbên zanistî polîtîkayeke tendurisyiyê ya li ser asasên partîzaniyê xistine dewrê. Ez ê du mînakên pir berbiçav bibêjim. Ev her du mînak nîşan didin ku ka îtidar vê pêvajoyê çawa bi awayekî bêbesîretî bi rê ve dibe û ji bo neçareserkirina pirsgirêkê çawa tev digere."    'MESELEYA PIRSGIRÊKA GEL'    Tûran, bal kişand ser pakêta "Mertala Îstikrarê ya Aboriyî" ku Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan aşkere kiribû û got, ev pakêt ne li gor pêvajoya pandemiyê ye. Tûran, destnîşan kir ku îqtidar wekî pirsgirêka tenduristiya gel nêzî meseleyê nabe, tenê ji bo parastina sermayayê tevdîr girtine. Tûran, got: "Pakêta hat aşkerekirin, tu eleqeya wê bi cidiyeta meseleyê re tuneye."    Tûran, diyar kir ku diviya pêşî kesên xizan û bi giştî hemû gel esas bihata girtin û polîtîkayeke civakiyî û tenduristiyê bihata pêkanîn û bi giştî ebrjewendiyên gel esas bihatana girtin.    ‘NE SERMAYEYÊ GEL BIPARÊZIN'    Tûran, diyar kir ku îqtidar ji gel re dibêje "di mal de bimîne" lê belê ev hişyarî bi tena serê xwe tu tiştî îfade nake û got, ji bo vê divê şert û mercên welatiyan ên di maldemayînê pêk bên. Tûran, destnîşan kir ku wezîfeya îqtidarê ne bangawazî ye û got: "Mirov nexebitin wê nikaribin jiyana xwe îdame bikin. Heger bi vî awayî hûn rabin ji mirovan re bêjin di mal de bimînin, wê mirov ne ji ber vîrûsê ji birçîna bimirin. Îqtidar ji dêvla ku vê yekê bike, rabûye ji bo sermaye tesîrê ji vê krîzê negire tevdîran digire."    Tûran, destnîşan kir ku besîretiya îqtidarê gel mehkûmî vîrûsa coronayê kiriye û got, ne ji bo sermayeyê divê ji bo parastina gel tevdîr bên girtin.    Her wiha Tûran, bal kişand ser tayinkirina qeyûman jî û got, li welat bi milyonan kes ketine etra canê xwe, lê belê dîsa jî AKP rabûye qeyûm tainî şaredariyan kiriye. Tûran, bilêv kir ku îqtidar di vê pêvajoya vîrûsê de jî dijminatiya xwe ya ji bo kurdan didomîne û got: "Naxwazim bêjim kar û barê me bi vîrûsê maye, lê mixabin hinekî jî wisa ye. Helbet mirov dikare alîkariya welatên din bike, lê belê ev bi şertê ku di warê amûran de kêmasiyên we tunebin û hûn xwedî pergaleke tevdîrgirtinê bin hûn dikarin vê bikin. Ji xwe dinya alem dizane Tirkiye di çi halî de ye."    MA / Ergîn Çaglar