Cenazeyê Bolek di bin zextên polîsan de definkirin 2020-04-04 16:00:41   STEMBOL - Cenazeyê Hêlîn Bolek endama Grûp Yorûmê anîn Goristina Ferîkoy û di bin zext û dorpêça polîsan de defin kirin.    Polîsan merasîma cezayê endama Grûp Yorûmê Helîn Bolek a di roja 288’emîn a rojiya mirinê de duh li Stenbolê jiyana xwe ji dest da, asteng kirin û destûr nedan ku cenaze bê şûştin. Piştî niqaşan cenaze hat şuştin. Cenazeyê Bolek di bin dorpêçê de hat definkirin.    DESTÛR NEDAN BIBIN MALA CEMÊ   Malbatê cezayê Bolek a li “Mala Berxwedanê” ya Taxa Armûtlû ya Sariyer dima, ji bo ku li Mala Cemê ya Okmeydanê bê şûştin di saetên serê sibe de derxist rê.  Polîsan pêşiya wesayîta cenazeyê girtin, destûr nedan ku bibin mala ceme û ji wir birin Goristana Ferîkoyê.    GORISTAN QEDEXE KIRIN   Polîsan destûr nedan ku kes bikeve goristanê. Tenê destûr ji bo malbatên Hêlîn Bolek û Îbrahîm Gokçek û parêzerên wan hatin dayîn ku bikevin goristanê. Polîsên ku bi zorê cenaze anîn goristinê, xwestin ku cenaze ne şûştî bê definkirin. Malbatê jî, diyar kir ku heya we cezayê keça xwe neşûn ewê defin nekin. Piştî niqaşê di navbera malbat û polîsan de, malbatê cenazeyê keça xwe şuşt û defin kirin.