Çalakiya Rûniştina F: Bila Kaya yê nexweş bê berdan 2020-04-04 15:32:32 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di çalakiya "Rûniştina F" de bal kişand ser rewşa Sabrî Kaya yê qeyrana dil derbas kir û xwest Kaya serbest bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş vê hefteyê jî çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin. Komîsyonê vê hefteyê jî ji ber Vîrûsa Corona (Covid-19) çalakiya xwe di hefteya 419’an de li ser hesabê medya civakî pêk anîn. Endama Komîsyonê  Meral Şahin, li ser medya civaki daxuyanî da û xwest girtiyê nexweş Sabrî Kaya be berdan.    Şahîn, diyar kir ku li gorî serlêdanan maske û lepikan nadin girtiyan û amûrên dezenfektan û paqijiyê pir kêm in. Şahîn, da zanîn ku li dijî vîrûsê aliyê parastina fîzîkî û xwarinê pir kêm in û xwest li dijî vîrûsê parastin bê kirin. Şahîn west ji ber şewba vîrûsê hemû girtî bi lez serbest bêne berdan. Şahîn bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê li Girtîgeha Tîpha T a Hêjmar 2 a Osmaniye ku di 25'ê Adarê de qeyrana dil derbas kir û xwest Kaya bi lez serbest bê berdan.