Xizmên windayan: Ji bo pêkanîna edaletê divê heqîqet derkeve holê 2020-04-04 13:55:03   AMED – Di hefteya 582’emîn de xizmên windayan, têkildarî çareseriya windakirinên bi darê banga heqîqet û rûberîhevketinê kirin.   Çalakiya xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ket hefteya 582’emîn. Ji bo çalakiya ku ji ber vîrûsa koronayê bi awayekî girseyî nayê lidarxistin, ji aliyê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê ve daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gelek welatên ku bi darê zorê windabûn li wan çêbûne, heqîqet derketine holê û bi raboriyê re rûberîhevketin çêbûye û bi vê yekê êşa xizmên windayan û civakê hatiye kêmkirin. Di berdewama daxuyaniyê de windayên qirkirina ermeniyan, Dersimê û Darbeya 12’ê Îlonê hatin bibîrxistin û hat diyarkirin ku li gorî me xizmên windayan û parastvanên mafên mirovan çareseriya aqûbeta windayên bi darê zorê derxistina heqîqetê ya holê û rûberîhevketina raboriyê ye.   AQÛBETA TEKAY HAT PIRSÎN   Di dawiya daxuyaniyê de aqûbeta Aydin Tekay ku di 11’ê nîsana 1984’an de li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê leşkeran ve hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn. Di daxuyaniyê de çîroka windabûna Tekay hat parvekirin û ji bo pêkanîna edaletê hat daxwazkirin ku kujerên wî bên dîtin.